Xaneqîn- Daxil û danê gundeki kurdan hat şewitandin

Êvara roja çarşemê 13.05.2020an daxil û dane gundekî nahîyeya Cebareya Xaneqînê ji hat şewitandin.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Amanc Ebdulrrezaq ji BasNewsê re axivî û aşkere kir li gundê Zerdawî yê ser bi nahîyeya Cebare hin kesên ku heta niha nasnameya wan nayê zanîn bi daxil û danên xelkê gund xistine û ew heta niha nizanin bi zirara wî agirî çiqas e.

Herwiha Amanc Ebdulrezaq amaje bi wê yekê jî kir tîmên bergirîya şaristîyanîya Kifrîyê hatine agahdarkirin ku agir vemirînin bo ku agir negihê gundê Karêzê û were kontrolkirin.

Di berdewamîyê jî de da zanîn gundê Zerdawî gundê kurdan e û xwedîyê gelek şehîd û Pêşmergeyên dêrîn e. 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e