Xebatên ji bo lihevanîna partî û grûbên nav Kurdên Rojava dewam dikin. Hefteyekî zêde ye heyeta Fransayê xebatên dîplomatîk li Qamîşloyê dewam dike. Fransa û DYA dixwazin rêxistinên Rojava bibin yek û li Şamê bi yek dengî xwe temsîl bikin.
Rayedarên Fransayê yên ji dosya Rojava berpirs, roja Înê bi rayedarên ENKSê re civiyan. Li gor ragihandina Rûdawê; di hevdîtinê de ENKS gotiye ku wekî nûnerên Kurda lê ne wekî nûnerên pêkhateyan, wê di nav heyetê de cîh bigrin.
Roja Çarşema borî heyeta Fransayê bi rayedarên girêdayê Rêvebiriya Xweser bi PYNKê re civiyabû. Heyeta Fransayê di hevdîtina bi PYNKê re, jê xwestibû ku di hevdîtinên Şamê de bi heyetekî hevbeş temsîla Kurdan bikin. Heyet hem xwestibû ku di bin serpereştiya fermandarê HSDê Mazlum Abdî de xebatên xwe dewam bikin.
Sekreterê giştî yê El Parti û di heman demê de endamê heyeta muzakereyan yê PYNKê Nesreddin İbrahim ji bo Rûdawê ragihandiye ku tevlûbûna terefên Kurd ya heyeta Fransayê gelek girînge. Nesreddin İbrahim ragihandiye:
“Di encama hewlên Fransayê de, ez difikirim ku wê ENKS û PYNK bi berpirsiyarî dest bi hevdîtinan bikin. Roxandina rejîma Esad û guherînên li Şamê ji bo me Kurdan rewşekî erêniye. Pêwiste em û pêkhateyên din yên li Sûriyê di avakirina hukumeta HTŞê de cîh bigrin û em tevî avakirina Sûriyê bibin. Divê em mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bixin bin garantiyê.”