Nerazîbûn û dilgiraniya Elewiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji gotegotekê li ser statuya cemxaneyan berdewam in. Serokê Cemxaneya Gaziyê Xidir Karataş tekez kir ku divê di destûra bingehîn de azadî demokrasiya baweriyê bê parastin.
Li 25ê meha borî di civîna hikumeta Tirkiyê de, behsa cemxane ango perestgehên Elewiyan hebû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civînê gotibû, li ser fermana wan dê li 58 bajaran serdana 1585 cemxaneyan bê kirin û xebateke berfireh bê amadekirin."
Xebatên derbarê cemxaneyan de ji aliyê Wezareta Çand û Geştyarî û Wezareta Navxwe ve tên kirin. Tê gotin an bi navê "Îbadetxane" an jî bi navê "Navenda Çandê" dê cemxane bi fermî bên naskirin û xerciyên wan ji aliyê dewletê ve bên dabînkirin. Derbarê naveroka xebatên cemxaneyan de heta niha desthilatê tiştek eşkere nekiriye.
Lê Elewî nerazîne, ew dixwazin weke navendên olî û îbadetê bên naskirin, ne ku wek navendên çandê.
Di derbarê statuya cemxaneyande de Serokê Cemxaneya Gaziyê Xidir Karataş ji Rûdawê re axivî û amaje bi yekê kir ku ew wek Elewiyan perê av û elektrîkê û ji bo Dede û Pîran jî mûçe naxwazin û got “Di nirxê navdewletî de ku Tirkiye jî di wir de aliyeke, em dixwazin bibin welatiyek yeksan. Pirsgirêka me ya rewatiyê heye. Ev der perestgeh e, ev de îbadetxane ye. divê berî hertiştî ev yek bê qebûlkirin yên din hûrgilî ne. Li wê dewletê bi milyonan welatî hene ku statuya wan a perestgeh î îbadetê nîne.”
Karataş diyar kir her kes û li her derê cemxane wek perestgeh têne qebûlkirin û wiha berdewam kir “Divê di destûra bingehîn de azadî demokrasiya baweriyê bê parastin.”
Rûdaw