Miletê bindest heta ku azad nebe dê her bindest be. Bindestî jî li mirovan weha dike ku wî, wê û wan ji ruhiyeta wan ya millî dûr dixîne.
Ji ber ku welatê me, erdê me û hemî hebûnên me hatine dagirkirin, bi vê jî dagirkeran her xwestine û hewldana mejiyê me, şexsîyeta me û hebûna me jî dagir bikin.
Di vî warî de dagirker bê westan karê xwe kirine, dikin û wê bikin. Ji ber vê jî dagirkerên tirk di vî warî de hema hema bi serketine û dagirkerên din jî ne kêmî wan e.
Em baş dizanin ku dema welatê mirov bê dagirkirin, bi vê dagirkeriyê jî wê hemî tiştên me jî dagir bikin. Ev karê dagirkeran e û karên xwe baş dikin. LÊ…
Lê em vê yekê jî dizanin ku li vê cihanê gelê welatê wan hatibûn dagirkirin, li berxwe dana û li hember dagirkeran serî dildan heta ku welatê xwe azad kirin
Mixabin ev jj sed salî zêdetir e ku em kurd, welatê me, axa me mejiyê me hemî hebûnên me hatine dagirkirin û vê dagirkirinê jî, me xwe ji bîr kirî ye û wenda kirî ye.
Em fêm nakin an tê nagihêjin ku miletekî dagirkirî roj bi roj ji xwe, ji hebûna xwe û ji hemî hêjayîyên xwe bi dûr dikevin. Em vê dizanin, dibînin lê dîsa jî em zimanê dagirkeran, adetên wan û hêjayiyên wan wek yên xwe dizanin.
Ev zanîn jî çi anîye serê me niha baş xuya dibe, tê dîtin û zanîn. Çine vana?
Weke herkes dizane ku xelata Nobelê tiştekî navneteweyî ye. Bêtirîn ev xelat siyasî ye. Bi vê siyasetê jî kesên wê digirin ji bona berjewendiya gelê xwe bi kar tînin. Ji ber ku hemî dinya axaftina xwediyê xelata nobelê guhdarî dikin.
Heger kesayetiyek kurd vê xelatê bigire û vê ji bona gelê xwe bi kar neyne, ev dibe serketina dagirkerên me. Ji bona vê gengeşî, munaqeşe û gotinên ne li cih hewce nake. Kurd dibêjin; ”Goştê ga ye li ber çava ye”.
Lê hezar mixabin, Nadia Mûrad xan jî ev kir. Ew kerasetên hatin serê gelê wê, malbata wê û xelkê wê, neanî zimên. Negot û behsa wê jî nekir. Divê bi gotinekê jî ba wê êşa gelê xwe jî anîba zimên.
Divê wê bi kurdî qise kiriba da ku bida zanîn ku ziman, adet û hejayî yê gelê kurd jî heye.
Divê wê bi zimanê xwe qise kiriba û bi vê jî mesaja înkarkirine li ser zimanê kurdî bighêjanda hemî cihanê.
Mirov dikare gelek tiştên ku Nadia Mûrad xan divê bigota û negot, bêje lê bawerim êdî herkes hin tiştan dizanin û fêr bûne. Çi fêrbûne?
Fêr bûn ku êdî ev xelat jî li gor daxwazên siyasî yên navneteweyî tê dayîn. Heger ev ne weha ba. Divê ev diyarî jî bona serokê kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî bihata dayîn. Çima?
Ji ber ku ev camêr li ser xeta neteweyî ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe ji 16 saliya xwe de û heta niha di nava tevgerê de ye. Tekoşîna vê dide.
Dinya hemî bûne yek, lê dîsa nikarîbûn zora DAÎŞA dixwest mirovahiyê û pêşveçûyinê ji holê rakin, bibirana. Lê pêşmêrgeyên qehraman, bi serokatiya rêzdar Mesud Barzanî DAÎŞ têk birin.
Serok Barzanî bi wî temenê xwe yê mezin di nava pêşmêrgên xwe de li ser axa xwe, di nava pêşmêrgeyên xwe de radiza, heger mirov ji wê re razan bêje.
Lê ew ji roja pêşmergeyan dest bi şerê DAÎŞê kirin û heta têk birin, serok Barzanî di nava wan de bû, bi wan re bû.
Têkbirina DAÎŞê ji bona hemî cihanê serketineke mezin, rûmeteke hêja bû ku ev li ser fikr û ramanên rêzdar Mesud Barzanî û bi hêz, qawet û berxwedana pêşmêrgeyan pêk hat.
Lewra divê mirov bipirse; gelo çima xelata nobelê ya aşitiyê ji wî kesê ku bi têkbirina DAÎŞê tehdît û aşitiya cihanê parast, nedanê ango negirt?