Bi vîdeoyekê silav dane 'Ronahî"yên sala 2022yê yên ku li Tirkiyeyê û çar aliyên cîhanê bi kar û barên xwe 'ronî' dane ser mirovahiyê, rê li ber mirovan û civakan vekirine.
Merasîma Xelata 14an a Hrant Dînkî ya Navnetewî du bi şev (15ê Îlonê) saet di navbera 20.00 û 21.30 deqîqeyan de online pêk hatiye.
Di merasîmê de xelat dane Weqfa Mafên Mirovan (TIHV) Shaharzad Akbarê. TIHVê ji bo ku li cîhanê îşkence û kiryarên xirab nebin û aştiya civakî pêk bê, demokrasî pêş bikeve û rûmeta mirovahiyê bê parastin kar dike, hêjayî vê xelatê hatiye dîtin. Akbar jî ji bo ku li Afganistanê têkoşînê li dijî astengiyên li ber jinan û zarokên keç tên danîn, ên di warên perwerde, azadiya xweîfadekirinê, birêxistinkirinê, civînê û geştê tên danîn derdikeve û hewl dide dengê jinan û zarokên keç li cîhanê belav bike û ji bo hewl dide cidakariya zayendî ya li welatê wê serwere bidawî bibe, hêjayî xematê hatiye dîtin.
Îpek Bîlgînê bi tirkî, Tûgrûl Tulekî jî bi ingilîzî merasîm pêşkêş kiriye û 2,5 Cihê Bîrê yê Hrant Dînkî mazûbaniya bernameyê kiriye.
Di merasîmê de li ser navê Weqfa Hrant Dînkî Serokê Komîteya Xelatê Ahmet Însel axiviye û bi xêrhatine beşdaran kiriye.
Dadwer û Mafparêz Albie Sachs di merasîmê de axiviye û behsa hêvî û piştgiriyê kiriye:
"Merasîmên xelatan ên bi vî rengî, ne tenê ji bo kesên ku di warê mafparêziyê de kar û barên taybet û hêja kirine hilbijêrîn girîng in, ji bo ew pêtê biçûk ê di reştariyê de jî şewqê dide zindî bimîne ne."
Bi vîdeoyekê silav dane 'Ronahî"yên sala 2022yê yên ku li Tirkiyeyê û çar aliyên cîhanê bi kar û barên xwe 'ronî' dane ser mirovahiyê, rê li ber mirovan û civakan vekirine.
Her weha di merasîmê de gelek hunermendan stran strîn.
Bakkalcı: Armanca me ya yekem ew e ku li cîhanê îşkence nebe
Li ser navê TIHVê Metîn Bakkalci ji bo xelatwergirtinê axivî û got:
"...Ji bo em şert û mercên ku binpêkirinên mafên mirovan ên cidî/giran û îşkence yên em bi taybet li ser wan kar dikin, bidawî bibin kar dikin û em bi vê armancê xebatên xwe bibandortir dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em xeyala xwe ya cîhaneke bê îşkence ava bikin û pêwîstiya cîhanê ji saziyên mîna me nemîne. Di encamê de jî em hebûna xwe bidawî bikin."
Ji bo li tevahiya axavtina Metîn Bakkalciyî guhdar bike, bitikîne
Akbar: Ji bo hemû mafên mirovan em daxwazên xwe xurt bikin
Shaharzad Akbar jî axiviye û gotiye:
"Em bang li tevgera feminîst û tevgera mafên mirovan a cîhan dikin ku piştgiriya gelê afgan bikin. Em bang dikin ku dijminatiya Talîbanê ya li dijî jinan normal nebînin. Em bang dikin ku ew deng û daxwazên jinên afgan ên li qadan dibêjin "nan, kar, azadî", bi dengekî bilind dubare bikin."
Ji bo li tevahiya axavtina Shaharzad Akbarê guhdar bike, bitikîne