Xelk ji buhabûna nirxê elektrîkê bêzar bûye

.

Li tevahîya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rojeva sereke ya xelkê bihabûna elektirîkê ye. Esnaf û dukandarên sûka Hunerê ya Amedê jî bi girseyî di daxûyanîyek de bal kişandin ser rewşa xirab a xelkê û daxwaza paşvekişandina bihabûna elektirîkê kirin.

Li Tirkiyê xelk li hember bihabûna cûre pêwîstîyan bi çalakîyên cûda cûda nerazîbûn nişan didin. Bi taybet jî piştî sersalê zêdebûna elektirîk, xaza xwezayî, benzin mazot û xurekan rewşa xelkê ya aborîyê têk çûye. Piştî zeman ji bo esnaf û dukandaran fatorayên elektirîkê li gor mehên derbasbûyî cîh cîhan sê qat zêde tên ku esnaf êdî nikarin heqê fatorayên xwe bidin. Ew jî bi protestoyan daxwaz ji hukumetê dikin ku zeman paş ve bikşînin.

Li gor wan eger rewş wiha bidome ew dê ji ber xerciyên zêde yên kargehên xwe mecbur bimînin ku mifte li derîyê xwe bixin. Esnaf û dukandarên sûka Hunera ya Amedê jî ji bo balkişandina ser rewşa xwe sê rojan saet di heftê evarê de elektirîkên xwe temirandin û find vêxistin û hukumetê û sazîyên pêwendîdar ên elektirîkê protesto kirin.

Serokê Komeleya Esnaf û Dukandarên Sûka Hunerê ya Amedê Umît Umdu got: “Ji ber bihayê elektirîk û xaza xwezayî ji bilî em mifte li derîyê xwe bixin tu çareyek me nemaye. Ji ber fatorayên zêde esnaf nikarin heqê xebatkarên xwe bidin, nikarin kireyên xwe bidin, nikarin pêwîstîya girîng weke nan bibin malen xwe. Ji vi em di serî de bangewazî li wezîrê enerjîyê û hukumetê dikin, yan hûn dê berdewam parastina berjewendîyên çend kompanîyan bikin an jî hûn dê li piştevanê esnafên ku bi salane bacên xwe didin bibin. Demildest ew zemên hatine paş ve bikşînin.”

Herwiha temamî esnaf û dukandarên sûka Hunere ya Amedê li hember fatorayên zêde yên elektirîkê sê roj in saet di heftê êvarê de ji bo pênc deqeyan elektirîkên sûkê û yên dikanên xwe digrin û findan vêdixin û bi wî awayî bihabûna elektirîkê protesto dikin.

Veysî Polat jî li sûka hunere di kafeyek de karker e ku ji nîvê mûçeya wî zêdetir fatoraya elektirîkê jê re hatîye ku ev li hember vê yeke bi dengek bilind gazincên xwe dibêje.

Karker Veysî Polat jî got: “Ez vî zilmê qebûln nakim, ez qebûl nakim, ez qebûl nakim, ez qebûl nakim, milyar sê sed û pêncî fatora ji min re hatîye, ez dê çawa bidim. Ez hêrs nebim kê hêrs bibe. 1.350! Divê ez 20 rojan ji bo TEDAŞê bişixulim. 10 rojan jî bo heqê kire bişixulim, ez dê çi bixim ez bimrim li vî memleketî!”

Li aliyê din hem Baroya Amedê hem jî Odeya Esnaf û Dukandaran a Amedê jî ji bo paşvekişandina zema elektirîkê serî li dadgehê dan.

Serokê Odeya Esnaf û Dukandarên Amedê  Alican Ebedinoglu: “20 sal in zem ek wiha nehatibû. Ji ber wê qasî di serlêdana me ya daniştayê me got em zema ku hatîye herî kêm divê ji sedî 50 were kêmkirin.”

Li Tirkiyê û Bakûr di halê heyî de hilberîna elektirîkê di deste 21 kompaniyên taybet de ne ku yek ji sedema nerazîbûna xelkê jî eve, xelk dixazin elektirîk ji aliyê dewletê va were hilberandin û bi erzanî were dayîn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir