Xelkê Amedê: Êrişa li ser Hewlêrê dijmintiya Kurdan e

.

 Supaya Pasdaran a Îranê 2 roj berî niha bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn, ziyaneke mezin a maddî çêbû. Êrîşa vê carê ya li ser Hewlêrê, ji êrîşên din zêdetir karvedan bi xwe re anîn û li tevahiya Kurdistanê xelk dilgiran nerazî ye.

Hejmareke xelkê Ameda Bakurê Kurdistanê li ser êrîşa Îranê ya li Hewlêrê ji Rûdawê re axivîn û nerazîbûna xwe nîşan dan û tekez dikin ku ev nîşana dijminkariya li hember Kurdan e.

Nêrîna xelkê Amedê di derbarê êrîşa Îranê ya bo ser Hewlêrê:

Dawid Bîlînmîş, “(Îran) dagirkerekî Kurdan e, ji ber ku perçeyekî Kurdistanê li Rojhilat e. Ew dizane Kurdistan bi welatên cîhanê re, bi Ewropa, bi Amerîka û heta bi Rûsyayê re ketiye dîplomasiyeke pir baş, ez gelek ji van hewldanên wan (Başûrê Kurdistanê) hez dikim. Kurdistan ji Rojhilata Navîn re bûye navenda demokrasiyê û ev jî nayê hesaba Îranê.”

Mehmûd Erten, “(Îran) dibêje `min avêtiye Amerîka, Îsraîl` lê nexêr, Başûr bûye dergûşa demokrasiyê û ji ber wê yekê Îran hem dijmintiya Kurdan dike û taybetî jî Başûr bo ku ji holê rake çi ji destê wê tê dike.

Enwer Guler, “Tiştek gelek xelet e, nizanim ev çima wisa dikin! Çi heqê wan heye, ji Kurdan çi dixwazin?”

Mistefa Kapuz, “Ne jiyan maye, ne zeman maye, ne mirovatî maye, ne wijdan maye, ne edlaet maye, tiştek tune ye. Kî çi bike, çavê kê kî birî!”

Omer Guneylî, “Ji berê de Faris, Ereb, Tirk hemû dijminên me Kurdan e. Dibe ji ber ku zeîf dît diavêjê. Em wan şermezar dikin.”

Cawid Yilmaz, “Îran ji xwe hûn dizanin, ji xwe ne Misilman e û dijminê Kurdan e. Dijminên Kurdan e, tu çi bikî vala ye.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike