Xelkê Belûç li piraniya bajaran serhildan li dijî rejîmê kirin

.

Li piraniya bajarên Belûçistanê xelkê azadîxwaz piştî nimêja Înê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê û rêberê rejîmê siloganên tund dan.

Li bajarê Dizapa Zahidanê xelkê serhildêr rijiyane ser şeqaman û silogana “mirin bo dîktator û mirin bo besîcî” dan.

Xelkê Dizapê li dijî Xamineyî siloganên tund dan û dibêjin “îsal sala xwînê ye û Xamineyî sernixûn e”.

Her li bajarê Dizapê xelkê azadîxwaz ên Belûç wêneya Xamineyî şewitandin û binpê kirin.

Li Zahidanê bi hezaran kes rijiyane ser şeqaman û silogan dan, “em Xamineyî têkder naxwazin û naxwazin”.

Li Zahidanê bi çendîn demjimêran xelkê azadîxwaz li ser şeqaman bûn û li dijî rejîmê silogan dan û dane zanîn “em kolana bombest naxwazin û rêberê yek dest naxwazin”.

Li Raska Belûçistanê jî, bi hezaran kesên azadîxwaz hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan.

Li Belûçistanê jinên zîrek û netirs jî hatine ser şeqaman û silogana “em hikûmeta zarokkuj naxwazin” dan.

Mewlewî Ebdulhemîd pişnimêjê mizekvta Mekkî ya bajarê Zahidanê îro roja Înê, di xutbeya xwe de got: “Ti kes nikare îdia bike û bêje ku ez nûnerê Xwedê li ser rûyê erdê me”.

Navirî got: “Yasaya bingehîn a rejîma Îranê gelek lawaziyên bingehîn hene, lê tevî vê yekê jî, hêzên hikûmetê bêyî ti encameke yasayî, binpê dikin”.

Wî bi îşarekirin bi kuştina Soha Î`itibarî, zarokê 12 salî û yê xelkê Hormozganê ku ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate kuştin, daye zanîn ku ev yeka cihê mixabiniyê ye.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da