Xelkê Efrînê li benda rizgarkirina bajarê xwe ne

.

 Çar sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin. Xelkê Efrînê jî ku ji ber êrişan derbider bûne, çaverê ne bajarê wan ji bin dagirkeriyê bê rizgarkirin.

Çar sal in hêstirên birîna Efrînê ji çavên xelkê wê ziwa nebûne. Elî, di Nîsana sala 2018an de bi tohmeta endamtiya PKK li Efrînê hate revandin û nêzîkî 2 mehan di nava zîndanên hêzên opozisyona Sûriyê de rastî îşkence û lêdanê hat.

`Efrîn dayika min e`

Di encamê de xwîn rijiya çavê wî û gelek nexweşiyên din jî pê re çêbûn. Ew niha li Hewlêrê dimîne, lê birînên wî nekewiya ne.

Elî Zilfo, dibêje, “Ala Tirka li ser milê wî bû û Ehrar Şam bû, wan ez birim, piştî saetekê ez danîm cihekî û li min xistin. Efrîn dayika min e, bav, bira û xwişka min e.”

Neîm Şebab jî di dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyê ve amade bû. Neîm Şebab xwedan peymangeheke hunerî bû li Efrînê, bi dagîrkirina Efrînê peymangeha wî hate girtin.

Niha li Hewlêrê, êş û azarên ku li Efrînê dîtîn bi stran vediguhêze.

`Efrîn dilê me ye`

Neîm Şebab, dibêje, “Rojane ez diçûm goristanan, karwanên şehîdan rojane hebû, bi dehan, carna çêdibû 30 şehîd. Erk e li ser milên me wek hunermend, bi stran, gotin, bi tembûra xwe em tim behsa Efrînê dikin, Efrîn dilê me ye. Nefesa em dikişînin Efrîn e.”

Bi ketina Efrînê di destê hêzên opozisyona Sûriyê de, her Efrîniyek di warê xwe de dengê Efrînê gihande cîhanê.

Tolîn Hesen ji aliyê xwe ve dest bi dokomêntkirina binpêkirinên ku li Efrînê rûdayî kir. wê rewşên nêzîkî 500 zarokan belge kiriye, ji bilî nêzîkî 600 malbatan ku malên xwe bi cih hiştin û derbeder bûn.

Binpêkirinên li Efrînê

Tolîn Hesen, radigihîne, “Rewşên destdirêjî pir çêdibin li Efrînê, mirov tên revandin ji bo ku pere bixwazin. Kuştin, darbirîn, darşewitandin, maltalankirin… gelek tişt hebûn li nexweşxane, rewşa gelek malbatan bandor li ser min kir, ên dayikên xwe winda kirine, hinek ji wan 7 zarok sêwî bûne.”

Roja 18ê adara 2018an artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê Efrîn dagir kirin û  dest bi ser mal û mulkên xelkê Kurd ê Efrînê de girtin.

Belko niha her yek ji Elî, Tolîn û Neîm dûrî Efrînê ne lê ta niha wan hêviyên xwe bi vegerê qût nekirine.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn