Xelkê Efrînê li hemberî êrişa topkirinên Tirkiyeyê meşiyan

Di van çend rojên dawî de artêşa Tirkiyeyê herêma Efrînê dabû ber top û hawanan.

Kurd û xelkên din yên herêma Efrînê ji bo nîşandana nerazîbûna li hemberî  topbaranên artêşa Tirkiyeyê xwepêşandanek li dar xistin û bi deh hezaran însan bêşdarî wê bûn û dane zanîn ku ew destûr nadin ku Tirkiyê axa Efrînê dagir bike.

Partiya Yekîneyên Demokratîk (PYD) û partiyên hevpeymanên wê xwepêşandan organîze kirin.
Ev demeke ku topabarana Artêşa Tirkiyê û beşek ji hêzên Dijbereya Sûriyê bo ser devera Şehba dest pê kiriye û heya niha çend welatiyên sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes