Xelkê Kobanî gazinan ji nebûna xizmetguzariyan dikin

.

Welatiyên bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê gazinan ji xerabiya rê û cade û xizmetguzariyan dikin. Şaredariya Kobaniyê jî ku 2 milyon û  500 hezar dolar bo projeyan gihiştiye destê wan.

Ji ber nebûna budceyê, xizmetguzariyên di nav bajarên Rojavayê Kurdistanê de weke pêwîst nayên cîbicîkirin.

Xelkê Kobanî dibêjin ku wan çend caran serdana bajêrvaniyê kirine, lê cadeyên wan nehatiye nûjenkirin  û dema ku baran dibare ew nikarin hatinûçûnê bikin.

Taxa Miktilê ku dikeve rojhilatî Kobanî, ji xizmetguzariyê bê par e, jêrsazî, avrêjî û rêyên wê têk çûne.

Ismaîl Elî 52 salî ye, ji mêj ve daxwaza çaksaziyê kiriye û bendewarî biryara şaredariya bajêr e ku taxa wan nûjen bibe.

Xelkê Kobanî Ismaîl Elî dibêje: “Cadeyên me gelek xirab in. Em çend caran çûn ba şaredariyê lê rêyên me çênekirin. Hûn halê me û cebilê dibînin. Seyara min heye, em bxwazin li vê derê bisekînin, lê em nikarin bisekînin. Dema baran dibare gelek zehmet dibe, makîne nikarin derbikevin. Divê tevahiya kolanan bê çêkirin, lê em nizanin ji ber çi nayên çêkirin.”

Desteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan jî dibêje do sala 2022yan de ji bo geşepêdan û avadaniya li Kobanî wan 2 milyon û 500 hezar dolar veqetandine ku dê bi ser 15 şaredariyan de bêne dabeşkirin û  dest bi xizmetguzariyan bikin.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan a Kobanî Rewşen jî got: “Ji bo budçeya îsal 2 milyon û 500 hezar dolar ji bo hatine veqetandin. Wek Kobanî 15 şaredariyên me hene û em dê dest bi kar û xebatên xwe bikin. Di sala 2021an de gelek projeyên me hebûn, lê bûdceya me têrê nekir. 900 hezar milyon ji bo me hatibû veqetandin me jî weke deynê berê dabû.”

Sala 2015 piştî kontrolkirina Kobanî ji çekdarên DAIŞ ve, bajêr wêran û kavil bibû.

Rêveberiya Xweser ji wê heyamê ve pilan dike 3 projeyên avadanê bi bira 10 milyon dolar cîbicî bike û daxwaza alîkariyê ji rêxistinên navdewletî kiriye, lê wan rêxistinan bersiva erê nedaye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir