Xelkê Qeremaxê: Ji ber êrişên Tirkiyê zarok ditirsin herin dibistanê

.

Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê di heyama du rojan de 4 caran gundê Qeremaxê yê rojhilatê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin û xelkê gundê Qeremaxê jî dibêjin zarokên wan ji ber êrişan ditirsin derbikevin û bilehîzin.

Gundê Qeremaxe ku 20 km dûrî bajarê Kobaniyê ye di nava 2 rojan de 4 caran ji aliyê Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve hat topbarankirin. Di encama topbarana artêşa Tirkiyê ya li li ser gundê Qeremaxê yê Kobaniyê zarokekî 4 salî lingê xwe ji dest da.

Îro Peyamnêrê Rûdawê Berzan Ferman çû wî gundî û ligel welatiyên gund axivî.

Xelkê gund dibêjin, ti xalên serbazî di nav gundê wan de tune ne û  daxwaz kirin ku topbaran were rawestandin.

Welatiyekî bi navê Simko Qeremaxî dibêje ku mebesta artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ji wan êrişa ew e ku li ba Kurdên Rojavayê Kurdistanê tirs çêbe û ew di nava malên xwe de jî rihetiyê nebînin.

Nişteciha Gundê Qeremaxê Emîna Silo jî derbarê êrişên Tirkiyê de dibêje: “Rojane gund û sivalan topbaran dikin. Di nav me de ti leşker nînin, em hemû kesên sivîl in. Em dixwazin li welatê xwe bi aramî bijîn. Zarokên me gelek ditirsin herin dibistanên xwe an jî derbikevin herin ji xwe re bilehîzin. Zarokên me dibêjin dîsa tirkan êrişî me kirin.”

Welatiyekî din jî dibêje ku topbaran hem jî nav Tirkiyê tê kirin û hem li aliyê sînorê Rojavayê Kurdistanê jî têne kirin û ew dixwazin welatên cîhanî rê li ber êrişan bigirin.

Piraniya gundên ku topbaran dibin li eniyên şer in û xalên artêşa Sûriyê di wan gundan de hene.

Rêveberiya Xweser a Kobanî  eşkere dike bi sedema êrîşên vê dawiyê, ew li gel berpirsên Rûsyayê  civiyane.

Cîgirê Serokatiya Encûmena Cîbicîkar li Herêma Feratê Nîhad Ehmed ji Rûdawê re got, ew derbarê êrîşên Tirkiyê de li ser navçeyê, bi Rûsan re civiyane.

Derbarê naveroka civînê Nîhad Ehmed got, Rûsan ji wan re eşkere gotine, eger hûn dixwazin Tirkiyê dest ji êrîşên xwe berde, divê HSD deverê radestî artêşa Sûrî bike.

Cîgirê Serokatiya Encûmena Cîbicîkar li Herêma Feratê Nîhad Ehmed got: “Me bi aliyên Rûsî re peywendî danîn, lê wan ti bersiveke rasterast nedan me. Armanca Rûsan ew e ku dewleta Tirkiyê weke zextekê li hemberî me bikar bînin da ku deverên xwe radestî rejîma Tirkiyê bikin. Weke Amerîkî nêrîna wan ne zelal e.”

Roja Şemiyê 8ê Çileya 2022yan artêşa Tirkiyê gundewar û nava bajarê Kobanî topbaran kir û di encama topbaranê de kesekî canê xwe ji dest da,12 kesên din jî birîndar bûn.

Di topabarana artêşa Tirkiyê ya li ser gundê Qeremaxê Kobaniyê de, zarokê bi navê Ebdo yê 4 salî lingê xwe ji dest da.

Herwiha rewşa jineke birîndar ku dijwar bû, veguhestin nexweşxaneya Qamişlo û hêj li ser jiyana wê metirsî heye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'