Xelkê Wanê 32 sal in li benda vekirina deriyê sînorî yê Xanesorê ye

.

Mezintirîn bajarê serhedê Wan bi dirêjahiya 295 kîlometre sînorê xwe cîranê îranê ye. Du deriyên sînorî di navbera Îran û Wanê de hene ku yek deriyê Kapikoy ê navçeya Serayê ye, yê din jî deriyê Xanesorê ango deriyê Gelîncîkê yê Elbakê ye. Lê deriyê Gelîncîkê ji 1990an vir ve girtiye ji ber wî danûstendina bazirganiyê ya her du aliyan tenê di deriyê Kapikoy ê navçeya Serayê re pêk tê ku ev derî jî tenê saet ji 10ê sibê heta 4ê êvarê vekirîye ku ew take derî têra bazirganiya ku ji sînor tê hêvîkirin nake.

Deriyê Gelîncîkê yê Elbakê û Îranê jî di sala 1989an bi armanca geşbûna bazirganîya her du aliyan di serdema desthilatdariya serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê Turgut Ozal de hatiye vekirin lê 6 meh piştî vebûna derî bi hinceta nebûna ewlehiyê bi biryara Tirkiyê ew derî hatiye girtin û ji ew roj vir ve jî berdewam girtî maye, lê niha carek din vekirina vî deriyê di rojevê de ye.

Serokê Bazirganî û Pîşesaziya Wanê Necdet Takva got “Ew deriyê Guzereş navê aliyê Îranê ye, bi ser bajarê Salmasê ve ye. Bi rastî ev pênc şeş sal in em hevdîtinan dikin. Daxwaza gel, komkirina îmzeyan, hemû raporên me em amade ne. 15 roj beriya niha em cardin çûn Salmasê. Li wir wan jî daxwazin xwe ji me re gotin. Hem serokatiya bazirganan hem jî fermandarê Salmasê me civînek kir. Wana qirarê xwe dane li benda biryara Tirkiyê ne.”

Deriyê Gelîncîkê 140 kîlometre dûrî Wanê, 40 kîlometre jî dûrî Elbakê li mintiqeya Xanesorê ye. Li wê mintiqê zêdetirî 30 gund hene ku hejmara nifûsê wê heremê 14 hezar in ku ev jî ji sedî 22 nifûsê Elbakê ye. Di şertên îroyîn de take deriyê debarê ji bo wê heremê ajelvanî û cotkarîye ku ew jî têr nake.

Serokê TURSABê yê Wanê Cevdet Ozgokçe dibêje “Lobiya me lawaz e, yanî lobiya me ya sîyasî jî tune, lobiya me ya saziyên civakî jî tune. Gelê me jî li pişt me nesekinî. Tenê bi gotina min nabe. Divê parlementerên me, partiyên me yên sîyasî yên bajar divê li pişt me bisekinin, divê waliyê me li piş me bisekinin, lê di vî warî de em lawaz in.”

Li gor rapora Odeya Bazirganiya Wanê ji ber nebûna derî û bazirganiyek azad xelkê heremê neçarî qeçaxiyê dibin. Ji ber wî hêviya xelkên li ser sînor ê Elbakê ji deriyê Gelîncîkê gelek in. Ew dibêjin ji bo çareseriya pirsa bêkariyê û baştirbûna şert û mercên jiyanê û ji bo dawîlêhatina qeçaxî û dawîlêhatina metirsîyên ku ji qaçaxçîtîyê pêk tên di zûtirîn dem de vebûna vî deriyê gelek gelek pêwîst e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn