Navenda Nûçeyan- Ji dema êrîşa DAIŞê ve bo ser Şingalê û navçeyên derdora wê, çendîn perestgehên Kurdên Êzidî ji alîyê DAIŞê ve hatine rûxandin û heta niha herifî mane û nehatine nûjenkirin.
Ji 29 mezargehên Kurdên Êzidî tenê hejmarek kêm ji wan avedan mane û yên din ji alîyê DAIŞê ve hatine rûxandin.
Yek ji şêxên Êzidîyan, Şêx Îsmaîl ji Rûdawê re dibêje: "Spas ji Xwedê re, tevî ku DAIŞê beşek ji perestgehên me rûxandin, lê belê hejmarek perestgehên me avedan mane û em li van deran duayên xwe dikin."
Şingal niha di kontrola hikûmeta Iraqê de ye. Kurdên Êzidî gazinan li herdu hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin, ku heta niha bi awayekê cidî kar ji bo nûjenkirina wan mezargeh û perestgehan nekirine.
Kurdên Êzidî dibêjin, heta niha wek pêwîst hevkarîya wan nehatîye kirin û ti awirek li wan nehatîye dayîn. Daxwaz dikin ku hikûmet û rêxistinên mirovî bi hewara wan ve biçin û di vê rewşa ku ew têde ne hevkarîya wan bikin.
Di meha Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin, piranîya perestgehên Kurdên Êzidî wêran kirin, bi hezaran kes kuştin û 6,417 kes ji wan jî revandin ku piranîya wan jin û zarok bûn.
Nêçîrvan Barzanî di dema serokwezîrîya xwe de ofîsek taybet ji bo rizgarkirina wan revandîyên Kurdên Êzidî damezrand û bi hewldanên wê ofîsê, zêdetir ji 3,500 kes ji wan revandîyan hatin rizgarkirin.
Di meha Tebaxa 2014an de, çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kiribûn, û piranîya perestgehên Kurdên Êzidî wêran kiribûn, û heta niha ew perstgeh nehatine nûjenkirin, herwiha alîkarîya wan kesên li wê derê dijîn jî nehatîye kirin.
Kurdên Êzidî jî dibêjin, heta niha wek pêwîst hevkarîya wan nehatîye kirin û daxwaz dikin, ku hikûmet û rêxistinên mirovî bi hewara wan ve biçin, û di vê rewşa ku tê de ne, alîkarîya wan bikin.
Rudaw