Sibe Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê dest pê dike lê weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê ji beşdarbûnê bi gazin in.
Sibe 16emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê dest pê dike.
Bi sedan dezgehên çap û weşanê ji dehan welatên cihanê beşdarî pêşangehê dibin.
Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê weşanxaneyên wekî Avesta, Sîtav û Nûbiharê beşdarî pêşangehê dibin.
Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn li ser hesabê xwe yê Xê bal kişand ser zehmetiyên beşdarbûna pêşangehê.
Abdullah Keskîn diyar kir ku ew her cara ku beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê dibin rastî zehmetiyan dijwar tên.
Keskîn bi rêya hesabê xwe yê Xê amaje bi wê yekê kir çûna ser Marsê ji beşdarbûna pêşangeha Hewlêrê hêsantir e.
“Em tobe dikin lê piştre hisiyat serdest dibe”
Keskîn wiha nivîsiye:
“Xwedê dizane û em dizanin bê bi çi zehmetiyan em beşdarî pêşangeha Hewlêr dibin.
Li Marsê dê wisa zehmet nebe, bê henek.
Her sal em dibêjin careke din tobe lê piştre hisiyat serdest dibe û em ji bîr dikin.
Nebêjin we negot, nabe ev bar tenê ser milê me be, bi vî awayî em careke din naçin.”
“Pirtûk li deriyê sînorî tên ragirtin”
Keskîn herwiha ji Rûdawê re diyar kir ku di anîna pirtûkan de jî gelek zehmetî ji wan re tên derxistin û ew li ser wan dibe barekî madî jî û got:
“Em pirtûkan ji Stenbolê dişînin Amedê, ji wê derê dişînin Silopiyayê ji wê derê jî dişînin Zaxoyê.
Paşê em ji Zaxoyê tînin Hewlêrê. Ev hemû li ser me dibe bar.
Ji bilî vê yekê pirtûkên me li deriyê sînorî li aliyê Herêma Kurdistanê tên ragirtin.
Ji bo derbaskirina pirtûkan çend belgeyan ji me dixwazin.
Heta em wan belgeyan peyda dikin çend rojên me diçin.
Dema pirtûk li derî tên ragirtin mesrefa veguhastinê zêde dibe.
Divê rêveberiya pêşangehê dema em serlêdana xwe dikin hemû belgeyên pêwîst bide me lê tiştekî nake.
Bi rastî em pirtûkan bişînin Amerîkayê hêsantir e.”
“Em dixwazin pêwendiyên kulturî bi hêz bibin”
Keskîn herwiha da zanîn ku heta niha ti carî Rêveberiya Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê ew dawet nekirine û ew bi xwe serlêdanê dikin û wiha domand:
“Bi sedan pirtûkên me yên nivîskarên ji Başûrê Kurdistanê hene û gelek pirtûk hene me çap kirine lê hîn jî li Herêma Kurdistanê nehatine çapkirin.
Em dixwazin di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de pêwendiyên çandî bihêztir bibin.
Lê rêveberiya pêşangehê şert û mercên gelekî dijwar datîne ber me û ti hêsankariyan ji me re nake.
Berî pêşangeh dest pê bike bi mehekê pereyan ji me dixwazin.
Ji me re dibêjin pereyan bişînin an jî beşdar nebin.
Ew pereyên em ji bo beşdarbûnê xerc dikin qet em qezenc nakin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hinek pêşangeh belaş in an jî pereyekî gelekî kêm dixwazin lê ya Hewlêrê pereyekî zêde dixwaze.
Lewma me nikarin têra pirtûkên xwe cih kirê bikin.
Eger ne ji bo hisiyatên neteweyî bûye em qet beşdarî pêşangeha Hewlêrê nedibûn.”
Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk jî li ser hesabê xwe yê Xê behsa heman mijarê kir.
“Heta pirtûk hatin îmana me çikiya”
Suleyman Çevîk wêneyên pirtûkên ku anîn Hewlêrê belav kiriye û gotiye:
“Heta hevalan ev pakêt şandin îmana wan çikiya. Axir pirtûkên me gihiştine pêşengeha Hewlêrê.
Çiqas em diçin Başûr eynî zehmetî derdikevin. Îro zehmetî qediyan, teseliya me çûyina pirtûkan e!
Sibe li Hewlêrê pêşengeha kitêban vedibe û Nûbihar jî li pêşengehê standa xwe vedike.”
Suleyman Çevîk jî ji Rûdawê re da zanîn ku ew karekekî kulturî dikin û qet qezenca wan a madî nabe.
“Em dibêjin welat welatê me ye”
Çevîk jî eşkere kir ku di şandina pirtûkan de gelek zehmetiyan dibînin tevî ku pereyan jî didin di deriyê sînorî de pirsgirêka derbaskirina pirtûkan heye û got:
“Em dibêjin welat welatê me ye û em beşdarî pêşangeha pirtûkan dibin.
Şandina pirtûkan, mana li wê derê, xwarin û vexwarin ew hemû li ser me giran disekînin.
Rêveberiya Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê ji bo her metre çargoşeyan 200 dolarî ji me dixwaze.
Bi rastî em mesrefa xwe qet dernaxin lê dilê me bi welatê me dimîne û em tên.
Qet nebe dikarin di mana li wê derê de ji me re bibin alîkar lê ew tişt nîne.
Ji bilî van ji ber ku sîstema kargoyê nîne vegerandina pirtûkan jî zehmet e.
Em çawa zehmetiyê dibînin pirtûkan tînin em heman zehmetiyan dibînin ku vegerînin jî.”
Rûdaw