Xwedîyê Pîne Cafe ji ber xizmeta Kurdî hatibû binçavkirin: Dema binçavkirinê hate dirêjkirin

.

Dema binçavkirinê ya xwediyê Pîne Kafeyê ku li Kuçeya Hunerê ya Diyarbekirê xizmeta xwe bi Kurdî dide hate dirêjkirin.

Xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek, ji ber ku gotibû ew dê tenê xizmetên xwe li kafeyê bi zimanê Kurdî bidin bûbû hedefa nijadperestên Tirk û hatibû îxbarkirin.

Piştre jî doh 29ê Gulanê danê sibehê polîsan bi ser kafeya wî de girtibû û hatibû binçavkirin.

Tevî daxuyanî û daxwazên esnafên Kuçeya Hunerê yên bo serbest berdana wî jî hîn nehatiye berdan û dema binçavkirinê ya li navenda asayîşê jî hate dirêjkirin.

Parêzer dibêjin, ti hincetek û qedexeyeke yasayî tune ye ji bo xizmeta zimanê Kurdî bê girtin, lê diyar dikin ku dozgerî li hincetên nû digere daku Ramazan Şîmşek tawanbar bike.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye