Xwendekarên perwerdehiya Kurdî li Kerkûkê bo zanîngehan neyên qebûlkirin

.

Birêveberê Perwerdeya Kurdî ya parêzgehê Kerkûkê roja Pêncşemê ji Rûdawê re got, eger xwendekarên kurd ezmûnên xwe bi Kurdî bikin, mafên wan tine ku biçin zanîngehên Iraq û Kerkûkê.

Birêveberê Perwerdeya Kurdî ya parêzgehê Kerkûkê Şerzad Reşîd Kaka got “Di mufredata xwe de, em pirtûkên dersê yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî dibistanên herêmê kiriye dişopînin, lê ezmûnên me yên Iraqê ne. Ev yek nakokî çêdike, divê yek wezaret berpirsiyarê ezmûn û bernameyan be.”

Reşîd dibêje ku xwendekarên ji Kerkûkê hewl didin ku ji ezmûnên herêma Kurdistanê bikin, lê ji ber vê yekê hatine asteng kirin ku eger ezmûn ji aliyê wezareta perwerdehiya herêmê ve bêne kirin nahêlin ku xwendekar bikevin zanîngehên Iraq an Kerkûkê.

Birêveberiya perwerdehiyê Reşîd diyar kir tevî ku her gav bi Iraqê re pirsgirêk hebûne, piştî  bûyerên 16ê Cotmeha 2017, dema ku Pêşmerge ji parêzgeha bi nakok vekişiyan û ket destê arteşa Iraqê û paramilîterên Şîeya, ev yek zêde bûn.

Bi sedan mamoste û xwendekar ji Kerkûkê reviyane û bi dehan karbidestên Kurd ji karûbarên herêmî hatine dûrxistin.

Di dema derketina şerê DAIŞê de, pêşmerge ketin parêzgeha Kerkûkê. Piştî vekişandina Pêşmergeya ji parêzgeha Kerkûkê, bajar rastî pêlek nû ya polîtîkayên 'Erebkirinê' hat ku di pîvanek ji serdema Beesê ve nehatiye dîtin.

Reşîd destnîşan kir ku ew di heman demê de rastî cudakariyê tên ku bi alav û amûrên dibistanê yên ji Bexdayê tenê li dibistanên Erebî û Turkmenî têne belav kirin û wiha berdewam kir  “Dev ji me berdin, hûn ji Herêma Kurdistanê ne, bila hukûmeta we wê peyda bike. Yên ku me anîne ji bo dibistanên Erebî û Tirkmenî ne.”

Zimanê kurdî li parêzgeha Kerkûkê li 515 dibistan û baxçeyên zarokan tê fêr kirin. Li gorî daneyên Beşa Lêkolînên Kurdî li Kerkûkê 7 hezar 600 mamoste li van dibistan û zarokxaneyan ders didin. Nêzîkî 98,hezar Kurd li parêzgehê zimanê Kurdî dixwînin.

Di Cotmehê de, çavkaniyên di sektora perwerdehiyê de li Kerkûkê ragihandin ku kêm xwendekar li herêmên bi nakok ên Kerkûk û Selahedîn bi zimanê Kurdî perwerde dibin.

Reşîd dibêje jî “Dema ku xwendekar di dema ezmûnan de, an di mufredatê de pirsgirêk dibînin, ew hîs dikin ku dê pêşerojek wan a xerab hebe, an jî ji binî pêşerojek tune be, û ev dêûbavan ji bo zarokên xwe xemgîn dike. Ev e ya ku gelê Kurd bi salan têkoşîn kir, da ku bi Kurdî bixwînin.”

Di serdema Seddam Huseyîn de li Kerkûkê zimanê Kurdî hate qedexekirin, wekî beşek ji hewildana Seddam ji bo veguheztina erda dewlemend bi neftê li herêmek bi piranî Ereb bin. Piştî ku Seddam Huseyîn di 2003 de hate rûxandin, li Kerkûkê perwerdehiya Kurdî ji nû ve dest pê kir.

Li Iraqê, mûçeyên mamosteyên ji Wezareta Perwerdehiyê bi temamî û di wextê xwe de têne dayîn, lê yên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Kurdistanê ne li ser mûçeyên derengmayî yên Herêmê ne.

Mariwan Nadir, endamê komîta perwerdê ya parlamentoya Iraqê, roja Çarşemê ji Rûdawê re got “dema mijar dibe ku perwerdehiya Kurdî divê em tiliyên xwe ji hukûmeta Iraqê re nehejînin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo deverên bi nakok xizmetên çêtirîn peyda bike, lê ew tenê wan bi sembolîk temsîl dike û van herêman Kurdî dihesibîne.”

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir