Îro xwendina Kurdî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, ligel bajarên din ên Iraqê destpê kir.
Salane ligel destpêkirina xwendina Kurdî, li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, rêveberiyên Perwerdeya Kurdî rûbirûyî gelek giriftan dibin.
Li gorî berpirsên xwendina Kurdî li Kerkûkê, piraniya mamosteyan û hemû pirtûk û pêdawîstyên xwendina Kurdî li Kerkûkê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne dabînkirin, tenê ezmûn ser bi Hikûmeta Federal in.
Xwendina Kurdî li Kerkûkê, piştî sala 2003an destpê kiriye, 88 hezar xwendekarên dibistanên Kurdî li Kerkûkê hene ku li nav 550 dibistan, xwendingeh û baxçeyên zarokan (kreş), di jêr serperiştiya zêdeyî 10 hezar mamosteyan dixwînin.
Ji wê hejmara mamosteyan, nêzîkî 8 hezar kes xizmeta wan li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û yên din mûçeyên xwe ji Bexdayê werdigirin.
Rêvebera Yekeya Serperiştyar a Xwendina Kurdî li Kerkûkê, Perwîn Fatih behsa giriftên xwe dike û dibêje, salane bi rêya Bexdayê di dema ezmûnkirinan de, kêşe ji wan re tên çêkirin.
Perwîn Fatih dibêje, “Ji sala 2008an ve û piştî wan krîzên ku hatine serê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ti damezrandinên me nebûne, zêdetir ji 100 mamosteyên me jî bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmarek din jî malnişîn bûne.”
Xwendina Kurdî li qezaya Xaneqînê ku ji aliyê rêveberiyê ve ser bi parêzgeha Diyaleyê ve ye, ne bê pirsgirêk e, û li wê qezayê jî du perwerde hene.
Elî Husên, Rêveberê Perwerdeya Xaneqînê ku ser bi Hikûmeta Iraqê ve ye, ji Rûdawê re diyar kir, ji nêzîkî 25 hezar xwendekarên wan, derdora 1500 xwendekar bi Kurdî dixwînin, û got: “Ew 1500 xwendekar li Perwerdeya me dixwînin, pirtûk û sîstema wan a Herêma Kurdistanê ye, lê ezmûnkirin û pirsên wan, bi Erebî ji Bexdayê ji wan re tên.”
Hevdem Hesen Mihemed Talebanî, Rêveberê Perwerdeya Xaneqînê ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî ji Rûdawê re got: “Bêhtir ji 5 hezar xwendekarên me hene û li 33 dibistanan waneyan dixwînin û xwendina wan weke ya Herêma Kurdistanê ye, ji 14/09/2021ê ve destpê kiriye.”
Bi gotina Mihemed Talebanî, li sînorê Perwerdeya Xaneqînê, 3 hezar û 600 mamoste waneyan didin û mûçeyên wan li ser Herêma Kurdistanê ne, lê nîvê wê hejmarê li navenda qezayê ne, û yên din jî li ser nahiyeyên derdora Xaneqînê hatine dabeşkirin.
Hevşêweyî xwendina Kurdî li Kerkûk û Xaneqînê, xwendina Kurdî li Şingal, Xurmatû, Mexmûr û hemû navçeyên Kurdistanî yên din ên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, ne bê kêşe ne.