Xwenîşandana xelkê li ber deriyê girtîgeha rejîmê li Îsfehanê

.

Cezayê bidarvekirina 3 xwenîşanderên dosyeya “Xanê Îsfehan” bertekên cuda yên navxweyî û dereve li pey xwe aniye û xelkê bi armanca nîşandana nerizayetiya xwe li derheq vî cezayê hatî sepandin bi ser wan de, li ber deriyê girtîgeha rejîmê li Îsfehanê xwenîşandan kirin.

Hejmareke zêde ji xelkê nerazî li ber deriyê girtîgeha “Destgird” a rejîmê li bajarê Îsfehanê kom bûn û nerizayetiya xwe li derheq cezayê bidarvekirina “Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yeiqûbî” nîşan dan û daxwaza rawestana cezayê bidarvekirina wan binçavkiriyan kirine.

Rejîma Îranê bi hemû awayekî hewl daye rêgirî ji birêveçûna vê kombûna nerizayetiyê bike û hêzên serkutker ên wek besîc û ewlehî rêyên çûn bo girtîgehê daxistin û êrîşî ser xelkê xwenîşander kirin, lê xelkê nerazî tevî vê rewşa ewlehî, xwenîşandan kirin û dengê nerizayetiya xwe bilind kirine.

Di vê derheqê de Cihgira Birêveberê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ya Saziya Lêbihorîna Navnetewî “Diyana El-Tehawî” gotiye: “Bi berçavgirtina kirayarên hov û bi sam ên berpirsên Komara Îslamî li bidarvekirina 10an kesan ji destpêka Banemera Îsal ve heta niha, civaka navnetewî divê berî ku dereng be, karên hewce û lezgîn bo sekinandina bidarvekirina binçavkiriyan encam bide”.

Hêza Dadweriya rejîma Îranê, ew sê serhildêr di girtîgeha “Destgird” a Îsfehanê de, bi kuştina du besîcî û serhengek rejîmê li xwenîşandanên şeva 25ê Xezelwera 1401 a Rojî, di taxa “Xanê Îsfehan” de bi îdamê tohmetbar kiribû.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin