Xwenîşandanên nerizayetî yên xelkê Îranê li dijî hêzên rejîmê berdewam in

.

Di 24emîn roja serhildana seranserî ya li bajarên Îranê li dijî serkutkarî û qetlên hikûmetî yên hêzên serkutkar yên rejîmê berdewam in.

Duh şev 9`ê Çiriya Pêşîn xwenîşandanên seranserî yên li dijî serkutkariyên rejîmê li bajarên Îranê yên weke, Tehran,Yasûc, Zencan, Reşt, Kerec, Bender Ebasê û … hin bajarên din bi dana siloganên weke divê besîcî winda be xwenîşandan berdewam kirin.

Li Bender Ebasê xwenîşanderan postera Qasim Sulêmaniyê terorîst agirê berdanê û kerb û kîna xwe li hember rejîma dîktator û dije mirovî nîşandan.

Herwisa bi destpêkirina demsala xwandinê Îbrahîm Reî`sî li zanîngeha El-Zehra, ya Tehranê de amadebû da ku sala nû ya xwandinê destpê bikin lê xwandekaran bi dana siloganên li dijî rejîmê yên weke besîcî bêxîrete û DAÎŞê me hûnin dan û zanîngeh bû cihê serhildan û şoreşê.

Pêka hin dîmenên ku di torên civakî de jî belav bûne hêzên serkutkar yên rejîmê hûndrî her cihekî dibin kelûpelên welatiyan jinav dibin û li ser navê  xwenîşanderan xisarên malî yên bê sînor ji welat didin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin
Putin agirbest îlan kir