Xwepêşandanên li Îranê yên piştî kuştina Jîna (Mahsa) Emînî ku di bin çavdêriya polîsan de hat kuştin, destpê kirin û bi rêjeyeke kêm berdewam kirin, piştî banga boykot û grevê li ser medyaya civakî li gelek bajar û zanîngehan dîsa gur bûn.
Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî hatin weşandin, girseya gel li taxên Ekbatan û Sadabad ên Tehranê kom bû, bi dirûşmeyên li dijî hikûmetê cade li trafîkê girtin. Yên li bendên rêwiyan ên Metroya Tehranê jî bi qîrîna dirûşmeyan piştgirî dan xwepêşandanan.
Li bajarê Meşhedê xwepêşanderan li kolana qerebalix a Meşhedê agir pêxistin û yên ku li bajarê Kerec ê parêzgeha Elborzê daketin kolanan, bi qîrîna dirûşmeyan demek dirêj meşiyan. Li bajarên wekî Arak û Zencanê jî çalakî hatin lidarxistin.
209 mamostayên Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Şîrazê jî, piştgiriya xwe ji bo xwendekarên xwepêşander ragihandin, daxwazên weke “berdana bê şert û merc a xwendekarên girtî, betalkirina biryarên lijneya dîsîplînê, nehiştina ketina hundirê kampusê ya hêzên ewlehiyê û polîsên bi unîforma” hatin kirin.
Xwendekarên zanîngeha Şehîd Beheştî ya Tehranê, pankartên bi navên hevalên xwe hilgirtin û dirûşme qîriyan, xwendekarên Fakulteya Edebiyat û Hunerê ya Zanîngeha Zehrayê li cihên curbicur ên kampusê poster nivîsandin û daliqandin.
Xwendekarên Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Allama Tebatebayî jî di daxuyaniya xwe de diyar kirin, ew piştgiriyê didin boykot û grevê.
Di parvekirinên nerazî yên li ser torên civakî de, banga boykot û grevê Jİ bo 3 rojan li welat hate kirin û hin xwendekarên zanîngehê jî ragihandin, ew piştgiriyê didin boykotê û ragihandin, wan biryar daye ji sibeha Duşemê ve beşdarî dersê nebin.
Di dema ku esnafan li hin bajarên welêt derabeyên xwe girtin, hat ragihandin, xwaringeh û zêrfiroşê lîstikvanê navdar ê futbolê yê Îranê Elî Dayî bi hinceta piştgirî daye bangan hatiye mohrkirin.
Jina Emînî ya 22 salî ku di 13ê Îlonê de nexweş ketibû û rakirin nexweşxaneyê, di 16ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê dewriyeyên Îrşad ên bi navê “Polîsên Exlaqê” ve hatibû binçavkirin, jiyana xwe ji dest da û piştî wê protestoyên li dijî hukûmeta welêt gur bûn.
Di xwepêşandanên li seranserê welat belav bûn de, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 10 hezar kes jî hatin binçavkirin.