Xwepêşandanên li Iran û Rojhilatê: Di 100 rojan de 507 kes mirine

.

Xwepêşandanên ku di 16ê Ilonê de piştî mirina Jîna Mahsa Amîniyê destpê kiribû, 100 roj in didome. Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ragihandiye ku ji wê rojê heta niha ji 500î zêdetir xwepêşander mirine.

"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn. Xwepêşandan 100 roj in didome.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ya ku navenda wê li Tehranê ye, ragihandiye ku di navbera 17ê Ilonê- 25ê Kanûna Pêşiya 2022an de 2 kes têkildarî xwepêşandanan hatine bi darve kirin û 507 xwepêşander jî mirine.

Li gorî daneyan di xwepêşandanên ku 100 roj li pey xwe hiştiye de 69 zarok û 66 endamên “hêzên rejîmê” mirine.

Her weha jê 664 xwendekar bi giştî 18 hezar û 516 xwepêşander hatine desteserkirin ango û girtin.

Daneyên HRANAyê nîşan didin ku xwepêşandan li 161 bajar û 144 zanîngehan belav bûne .

Ji aliyê din ve, Supaya Pasdarênê Îranê duh (25ê Kanûnê) derbarê xwepêşandanên li dijî hikûmetê de daxuyaniyek daye û ragihandiye, wan 7 kesên "girêdayî Brîtanyayê, ku di nav wan de hemwelatiyên dualî" jî hene, desteserkirine.

"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn. Têkildarî wan xwepêşandanan heta niha du kes hatine bidarvekirin.

Rapora Rêxistina Mafên Mirovan jî hatiye bibîrxistin ku dosyeyên herî kêm 39 kesên ku di xwepêşandanan de hatibûn desteserkirin bi daxwaza bi darve kirine ji dadgehê re hatine şandin û cezayê bidarve kirine ji 11 kesan hatiye birîn.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir