Xwepêşandanên li Iraqê 11 roj in didomin.
Heta niha tê zanîn 12 kes canê xwe ji dest dan û 199 kes birîndar bûn û nêzîkî 540 kes hatin desteserkirin.
Her çiqas Hikûmeta Iraqê ragihandibe jî dê dahatên Basrayê zêdetir bikin û hin gavan biavêjin jî xwepêşander qebûl nakin û qadan vala nakin.
Her wiha Herêma Kurdistanê ji tê de înternet û torên medyaya civakî hatine rawestandin û sînordarkirin.
Lê gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijarê çi difikire, helwesta Kurdistanê çi ye?
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser xwepêşandanan û helwesta Iraqê ji BasNewsê re axivî got:
"Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê guman alîgirê rawestandin û sînordarkirina înternetê nîne, lê diyar e rewşa wan navçeyan wisa dixwaze. Hêvîdar im pirsgirêk zû çareser bibin û êdî pêwîstî bi pêngavên wisa neke.’’
Her wiha Dizeyî got hêvîdar im ji aliyekê ve Hikûmeta Iraqê daxwazên rewa bicih bîne û ji aliyê din ve jî xwepêşander bi awayekî dûr li tundiyê daxwazên xwe pêşkeş bikin û ziyanê nedin milkên giştî.
Sefîn Dizeyî daxwaz ji hêzên ewlehiya Iraqê jî kir û got, rêz li xwepêşanderan bigrin û tundiyê bikar neynin.