Li gor ajansa Reutersê zêdetirî ji 250 xwepêşander li ber deriyê sereke yê kêlgeha Zubêr kom bûne û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Ev çend roj in ji ber derketina alozî û pevçûnan di navbera xwepêşanderan û polîsan de, qedexeya çûnûhatina otombîlan li parêzgeha Besrayê hatibû ragihandin û îro bi awayekî nîvco hate vekirin.
Ji aliyekî din ve, berpirsên kêlgeha Zubêr a petrolê ragihandin, berhemanîna petrolê asayî ye û kompanyaya Îtalî “ENI” karê xwe tê de dike.
Ji ber pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de, ta niha zêdetir ji 10 kesan ji xwepêşander û polîsan hatine kuştin û nêzîkî 250 welatiyên din jî birîndar bûne.