Yasaya ‘Pir Baroyî’ bi fermî ket warê cîbicîkirinê

Li Tirkîyê, yasaya “Pir Baroyî” îro di Rojnameya Fermî ya wî welatî de hat belavkirin û bi vê yekê ew yasa dikeve warê pratîkê.

Zagona "Pir Baroyî" ku li Parlamentoya Tirkîyê, bi piştgirîya parlamenterên AK Partîyê û MHPê hatbû pesendkirin îro Çarşemê 15ê Tîrmeha 2020an di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Bi vê yekê ew yasa nû ya sistema Pir Baroyî dikeve warê cîbicîkirinê.

Li gor yasayê, li bajarên ku hêjmara parêzerên zêdeyî 5 hezar be, dê bikaribin baroyeke damezrînin, lê ew jî bi merca ku herî 2 hezar parêzer endam hebin. Herwiha parêzerek dikare bibe endamê yek baroyê.

Ev merc jî wiha dike ku tenê li bajarên weke Stenbol, Enqere û Îzmirê ku rêjeya ji sedî 68 a Yekîtîya Baroyan pêk tînin, rê tê dayîn baroyên nû bên vekirin.

Yekîtîya Baroyên Tirkîyê û 80 baroyên wî welatî li dijî vê yasayê derketibûn.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e