Komîsyona Yekitiya Ewropa, di rapora Tirkiyê ya sala 2021ê de ragihand, ku li Tirkiyê di warê demokrasî û mafê mirovan de paşdeçûn heye.
Komîsyona Yekitiya Ewropa, rapora Tirkiyê ya heyama Hezîrana 2020-Hezîrana 2021ê ku ji 128 rûpelan pêk tê eşkere kir.
Di raporê de geşedanên siyasî, civakî û aborî û 35 mijarên din bi berfirehî hatine nivîsandin.
Hin tiştên di raportê de derketine pêş bi vî awayî ne:
Siyasî
Li Tirkiyê di rêvebirinên saziyên demokrasiyê de kêmasiyên cidî hene. Di pêvajoya nivîsandina raporê de paşdeçûna demokrasiyê berdewam bû. Kêmasiyên bingehîn ên sîstema serokatiyê berdewam in. Pêşniyarên Konseya Ewropa û saziyên wê nehatin cîbicîkirin. Rêyên pêwîst ên kontrolkirina hikûmetê yên Parlamentoyê nînin.
Desthilat di asta serokkomariyê de hatin komkirin. Mekanîzmeyeke kontrolê li ser hikûmetê nemaye û tenê bi rêyên hilbijartinan hesabên demokratîk dikarin bê pirsîn. Di pêvajoya nivîsandina raporê de Serokkomar du caran Serokê Banka Navendî guhert.
Zexta berdewam a li ser şaredarên partiyên opozîsyonê demokrasiya xwecihî zêdetir qels kir. Derbarê şaredarên partiyên opozîsyonê lêpirsînên îdarî û darazî hatin vekirin. Tedbîrên astengkirinê bûne sedema paşdeçûna bikaranîna azadiyên civaka sîvîl.
Rewşa Başûrê Rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê)
Rewşa metirsîdar li Başûrê Rojhilatê Tirkiyê berdewam bû. Hikûmetê li nav welêt û Iraq û Sûriyê operasyonê serbazî pêk anîn. Ji ber êrîşên PKKê rîska rewşa ewlekariyê ya li sînoran berdewam bû. Ji bo destpêkirina pêvajoyeke çareseriyeke berdewam geşedaneke siyasî ya jê bawer nebû. Di nav de parlamenter nêzîka 4 hezar endam û rêvebirên HDPê di girtîgehan de ne û Dadgeha Destûrê îddianameya girtina HDPê qebûl kir.
Mafên Mirov
Rewşa xirab a di warê mafên mirov de berdewam bû. Tedbîrên di dema rewşa awarte de hatin wergirtin heta niha tên cîbicîkirin. Zextên li hember rexnegiran bandoreke neyînî li ser bikar anîna azadiya rojnamevan, nivîskar, parêzer, akademîsyen û aktîvîstên mafên mirovan kir û bû sedema otosansurê.
Cîbicî nekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropa yên wek doza Selahattin Demirtaş û Osman Kavala metirsiya pabendbûna darazê bi standartên Ewropa û navdewletî zêde kir. Vekişandina Tirkiyê ji Peymana Stenbolê, ev metirsî zêde kirin. Azadiya raderbirîn û civînê jî paş de çû. Tundiya cinsî, cudakarî û li hember kêmîneyan gotinên nefretê heta niha di asteke metirsîdar de ne.
Derbarê îşkence û miameleya xirab de îdiayên cidî yên jê bawer hatin gihandin. Li gor raporan, îşkence û miameleya xirab li navendên desteserkirinê, li girtîgehan, li navendên desteserkirinê yên neqanûnî, li kolanan û di dema xwepêşandan û civînan de pêk hatin. Bi taybetî di protestoyên Zanîngeha Bogaziçi û meşa rûmetê de miamelaya xirab û hêzeke zêde hat bikaranîn.
Rojnamevan
Bi giştî li gor texmînan 60 rojnamevan di girtîgehan de ne. Sala 2020ê herî kêm 48 rojnamevan hatin desteserkirin û 103 sal cezaya girtîgehê li 23 rojnamevanan hat birîn. Heta meha Çileyê ya 2021ê di 2 sal û 6 mehên dawî de herî kêm derbarê 353 rojnamevanan de lêpirsîn hat kirin. Sala 2020ê herî kêm derbarê 53 rojnamevanan de doz hat vekirin. Ji ber karên wan gef û êrîşa fîzîkî li dijî rojnamevanan berdewam bû. Li gor saziyên civaka sîvîl, 5 mehên destpêkê yên sala 2021ê 5 rojnamevanên opozîsyon rastî êrîşa fîzîkî bûn.
Dadwerî
Paşdeçûna cidî ya ku ji sala 2016 an vir ve di pergala dadweriyê de tê dîtin berdewame. Fikarên ji ber kêmbûna sîstematîk a serxwebûna dadwerî û zexta li ser dadgeran berdewam in. Tevî ku plana çalakiyê ya mafên mirovan a nû hin gavên erênî li xwe digire, lê wan gavên ku kêmasiyên ji ber nebûna serxwebûna dadwarî ji hole rakên tê de nînin.
Rûdaw