Yekgirtû: Referandûm biryara gelê kurd e!

Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm ji Basnewsê re got biryara dadgeha federlî ya Iraqê siyasî ye, ya din jî tu kes û dezgehek nikare referandoma serxwebûna Kurdistanê hilweşîne ji ber ku referandom, biryara gelê kurd e.

Îbrahîm her wiha bale kişand ser yekîtiya navxweyî û got ‘çi tê serê me ji neyekbûna me tê serê me. Divê em xwe bikin yek û xeletiyên xwe bizanin û sererast bikin û bang li hikûmeta Kurdistanê kir, amadekariyên xwe bo danûstandina bi Bexdayê re pêk bîne.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!