Yekîtiya Demokrat a Kurdistan-Îran bi hilkefta 25ê Gelawêjê peyama pîrozbahiyê belav kir

.

Yekîtiya Demokrat a Kurdistan-Îran bi hilkefta salvegera avakirina PDKÎ, peyama pîrozbahiyê bo vê Partiyê şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar: “Lêpirsiyarê Giştî û endamên serkirdayetî û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Weke Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina PDKÎ, peyama pîrozbahiya xwe pêşkêşî we dikin, xuya ye ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li pêxema bidestveanîna mafên neteweyên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û cihgîrkirina demokrasî li Îranê, ev dehan sal in ku  xebat û tekoşîna bê rawestan he ye, hezaran şehîd û qurbanî di vê pêxemê de bo xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd gorî kiriye û niha dîroka Partiya Demokrat, dîroka tevgera neteweyî demokratîk û azadîxwaziya Kurd di Îranê de ye û cihê rêz û pêzanînê ye.

Weke Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê, rewşa dever û bi taybetî Îran û Kurdistanê bi giştî bi bîr tînin, hêvî dikin ku bo helwesta neteweyî û hebûna giraniya xebata gelê Kurd li Îranê bihêz bibe, hewla yekgirtina Demokrat bibe destpêka qonaxek nû ya xebata tijî gur û germiya neteweya me û dilê dost û azadîxwazan û gelê me li Rojhilatê Kurdistanê şa bikin.

Carek din yada 77emîn saliya avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li we pîroz dikin û hêviya serkevtinê bo we dixwazin û herwisa hewla yekgirtinê ji we pîroz be.

Yekîtiya Demokrat a Kurdistan-Îran

15`ê Tebaxa 2022`an

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'