Yekîtiya Ereban Tirkiye şermezar kir

Berdevkê Yekitiya Erebî ragehand, Tirkiye giringiyê nade daxwazên Yekitiya Erebî yên ragirtina bombebaranên navçeyên herêma Kurdistanê û Iraqê.

Berdevkê Yekitiya Ereban Mehmûd Efîfî ji rojnameya Şerqulewset re ragihand, gelek caran di civînên lûtkeya Ereban de bombebaranên Tirkiyê hatine şermezarkirin.

Mehmûd Efîfî ragihand, bombebarana Mexmûr û Şingalê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve binpêkirina serweriya Iraqê ye û herçend Yekitiya Ereban gelek caran daxwaza rawestandina wan bombebaranan kiribe jî, lê guhnedana Tirkiyê ya wan daxwazan, giringînedana wan welatên Yekitiya Erebî ye.

 
 
 
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin