Yekîtiya Ewropayê paşeroja Sûriyeyê gotûbêj dike: ‘Divê Şam hin gavan biavêje‘

.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) paşeroja Sûriyeyê gotûbêj dikin û berpirsên YEyê dibêjin divê hikûmeta Sûriyeyê gavên berbiçav biavêje.

Alîkara Serokê Komîsyona YEyê Kaja Kallasê ji Rûdawê re eşkere kir ku di civîna Wezîrên Karên Derve yên Ewropayê de li ser sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê û nexşerêyeke nû nîqaş tê kirin.

Serokê Komîsyona YEyê got ku ew dê destpêkê hinek cezayên li ser Sûriyeyê sivik bikin da ku alîkariya ji nûveavakirina Sûriyeyê bikin û piştre dê li gorî pêwîstiyê gavên din jî bavêjin.

Wezîrên derve yên welatên endam ên YEyê li gel komîserên Ewropayê civiyan û sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê mijara sereke ya civîna wan bû.

“Em dê hin gavan biavêjin”

Nûçegihanê Rûdawê yê Almanyayê Zinar Şîno li civînê ye û li ser civînê raporek amade kir.

Alîkara Serokê Komîsyona Ewropayê Kaja Kallasê, beriya destpêka civînê pirsa Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bersivand.

Kaja Kallasê got, “Tê payîn ku wezîrên karên derve îro li ser amadekirina nexşerêyeke sivikirina dorpêçên li ser Sûriyeyê li hev bikin.

Em bi eşkereyî gav bi gav diçin pêş, ji ber vê yekê em ê bi rakirina hinek dorpêçan dest pê bikin ku ji bo avakirina welêt pêwîst in.

Eger em bibînin ku gav erênî ne, em dê amade bin gavên din jî biavêjin."

Hadja Lahbibê ku ji dayik û bavên Cezayirî ye û li Belçîkayê rojnamevan û Wezîra Karên Derve bûye û niha Komîsera YEyê ye ji bo wekhevî û rêvebirina qeyranê berfireh behsa serdana xwe ya Şamê kir.

Hadhja Labib ji Rûdawê re got, “Ez bi nûnerên saziyên sivîl û penaberan re civiyan bi nûnerê Kurdan re hevdîtina min nebûye. “

Li gorî gotina Komîsera YEyê Ehmed Şer dixwaze sîstemeke piralî li Sûriyeyê ava bike û Kurd jî beşekî wê sîstemê bin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê jî daxuyand ku divê YEyê saziyên radîkal, terorîst û Îslamîst piştgirî neke û got, "Piştî 50 rojan jî paşeroj ne zelal e."

YEyê her wiha dê alîkariyê bide sazî û penaberên Sûriyeyê û derfetê bide kompanyayên Ewropayê ku li wir kar bikin.

“Em alîkariyê nadin komên Îslamîst”

Annalena Baerbockê li ser serdana xwe ya Şamê ji Rûdawê re got:

“Min û hevkarê xwe yê Fransî Jean Noel Barrot  di dema seredana xwe ya ji bo  Sûriyeyê me bi zelalî got ku em dixwazin kahrebeya xelkê hebe û xelk bikare bipêşketina aboriyê pêk bîne.

Em alîkar in lê min di heman demê de eşkere kir ji bo wê çendê jî pêvajoyeke siyasî pêwîst e, ev çekekê vala nîne ji bo wan lewma jî em cezayan ranakin.

Me dîsa jî eşkere kir ku Yekîtiya Ewropayê pereyan nade ti peykerekî radîkal, terorîst yan Îslamîstî ev çende jî bihev ve grêdayî ye û siberoj dê çawa be.

Piştî pêncî rojan jî hîn diyar nîne. Bi hevkariya bi cîranên me yên Ereb û Amerîka û yên din hinek xalên serekî hatine pêk anîn.

Ji ber ku em gihiştibûne wê baweriyê ku ev gaveka rast e, ji bo zêdetir îstîqrarê ye lê bêguman divê mirov her roj hişyar be ku pêşhatên nû dê bi çi awayekî diqewimin.  

Lewma jî bo min gelek gring e ku divê em herdem eşkere bikin ku pirsgirêk girêdayî ewlehiya hemû xelkê Sûriyeyê ye; jin û zilaman; ji ber ku jin nêviyê xelkê pêk tînin.

Hîç kes nikare vegere dûbare avadankirinê, dûbare avakirina abûrî ji Ewropayê yan ji Tirkiyeyê.

Eger ew nizane ku hevjîna wî yan zarokên wî li Sûriyeyê ewlen e. Heman tişt ji bo komên cuda yên etnîkî ji bo Kurdan, Durzî û Elewîyan jî wisa ye.

Bêguman em niha li Şamê dinêrn û Şam, Idlib yan herêmên Kurdî nîne yan Reqa lewma jî karkirina bi aktorên cuda, rola Neteweyên Yekbûyî niha gelekî girîng e.”

Tevî kêmkirna cezayan û dûbare vekirina bazarê ji bo kompanyayên Ewropayê li Sûriyeyê, YEyê alîkariyan jî dide sazî û penaberên Sûriyeyê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmerge: Heta Adarê hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge dibin yek
Bereya Kurdistanî: Ragihandina Seroktiya Ehmed Şera neqanûnî û nedestûrî ye
Şirketeke çînî li Xaneqînê li petrolê dikole
OHD: Di xwepêşandanên qeyûman de 102 kes hatine girtin
Heyeteke PDK-Tyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir