Yekitiya Ewrûpa rexneyên tund li Turkiyê dike

.

Yekîtiya Ewrûpa di rapora xwe salane de rexneyên tund li Tirkiyê dike.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Layen û Komîserê Berfirehbûn û Cîrantiyê yê Yekîtiya Ewropayê Oliver Varhelyi encamên rapora salane ya li ser 10 welatên ku dixwazin bibin endamên Yekîtiya Ewropayê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Di raporê de di warê demokrasî, wekhevî, rûbirûbûna terorê, azadiya raderbirînê û mafên mirovan de rexne li Tirkiyeyê hatin girtin.

Bal hatiye kişandin  ku li Tirkiyeyê di warê demokrasiyê de paşveçûn berdewam e û bi taybetî hişyarî hatiye dayîn ku pirsgirêkên di sîstema Serokatiyê de berdewam dikin.

Di rapora Yekîtiya Ewropayê de hatiya ragihandin ku hemû erkê rêvebiriyê di destê yek kesî de ye, desthilatdarî ji bo berjewendiyên desthilatê yekalîbûye û di encamê de jî serdestiya hiqûqê tê binpêkirin, li şaredariyên opozisyonê neheqî tên kirin, saziyên sivîl nikarin erkên xwe bicîh bînin û gendelî zêdebûye.

Yekîtiya Ewropayê bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser “rûbirûbûna terorê” û anî ziman:

“Maf û berpirsyariya rewa ya hikûmetê di rûbirûbûna terorê de heye lê divê ev yek li ser bingehên mafên mirovan û azadiyên bingehîn bê kirin û divê di tedbîrên rûbirûbûna terorê de hevsengî hebe.”

Hêjayî gotinê ye ku di çend salên borî de jî Yekîtiya Ewrûpayê di raporên xwe de, di heman mijaran de rexne li Turkiyê kiribû û hişyarî dabû Turkiyê. 

Kurdistan Haberleri

Komîsyonê encamên fermî eşkere kirin: Kîjan partiyê çend deng standine?
Amerîka: Divê hikûmeteke ku xelkê temsîl dike bê derengî were avakirin
Ji Nûbiharê 4 kitabên bû
Partiyên Bakurê Kurdistanê: Encamên hilbijartinê li xelkê me pîroz bin
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (305)