Yekîtiya Ewrûpayê bi Partiyên Kurdistanî re civiya

Şanda Ofîsa siyasî ya Yekîtiya Ewrûpayê hevdîtin ligel Partiyên Kurdistanî li Diyarbekirê pêk anî.

Şanda Yekîtiya Ewrûpayê ku bi Serokatiya Ireneusz Fidos pêk dihat, ligel Partiyên Kurdistanî (PDK-Bakur, PSK, PDK-T, PAK û Tevgera  Azadî) li ser pêvajoya hilbijartinan û helwesta Partiyên Kurdistanî bîrûrayên xwe anîn ziman.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur Sertaç Bucak ragihand ku, şanda Yekîtiya Ewrûpayê nêzîkahiya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo çareseriya rastiya Kurd aniya ziman û hêviyên xwe ku, Kurdan bi yekalî di hilbijartinan de beşdarî bibe jî pêşkeş kirine. Ji aliyê xwe ve Partiyên Kurdistanî, li ser rewşa rastiya Kurd li Bakurê Kurdistanê, sekna beramberî rastiya Kurd li Tirkiye û pêşniyarên xwe yên çareseriyê jî rêz kirine.

 

(K24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin