Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ji encama hilbijartinê raziye

.

Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ragihand ku hilbijartina di 20ê Cotmehê de çêbû ya Parlementoya Kurdistanê, bi serkeftin derbas bûye û fikra wan bi vî rengiye. Civîna polîtburoya YNK di bin serpereştiya serokê wê Bafil Talabanî de hat kirin.

Polîtburoya YNKê, civîna xwe li baregeha xwe ya nûh kir û li ser hilbijartinên 4 parêzgehên Kurdistanê encaman rave kirin. Buro ya YNKê daxwuyanî da û ji ber hilbijatinê xelkê Kurdistanê û hilbijêrên xwe pîroz kir. YNK ragihand ku sozên di hilbijartinê de daye, ji bo bi bicîhanîna wan sozan, xwe amade dike û got:

“Ji niha û pê de, divê em xwe ji bo hilbijartinên Iraqê amade bikin û divê YNK sekeftinên xwe yên li Kerkûkê û Herêma Kurdistanê bêhtir pêş bixe.”

YNK, di hilbijartinên20ê Cotmeha 2024an de di parlementoya Kyurdistanê de 24 kursî bidest xistibû û bûbû partiya duyem ya Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir