Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê peyama pîrozbahiya cejna Remezanê belav kir

.

Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê bi hilkevta Cejna Remezanê peyamek belav kirin û di destpêka peyamê de pîrozbahî ji hevwelatiyên bawerdar bi ola Îslamê û malbatên serbilind yên şehîdan, malbatên girtiyên siyasî û şoreşgerên gel kir.

Di peyamê de tevî baskirin ji mezinahiya meha Remezanê ji tev xelkê daxwaz hatiye kirin ku hezkirin û bexşîn û dilovaniyê pêşkeşî civaka mirovahiyê bikin û pişt û pena hev û xelkê hejar bin.

Di dawiya peyamê de daxwaz hatiye kirin ku di vê rojê de serdana malbatên serbilind yên şehîdan, girtiyên siyasî û birîndarên şoreşa Jîna yê bikin û yekîtî û hezkirinê di nav xwe de bihêztir bikin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn