Serokwezîrê Tirkiyê Bilani Yıldırım, berî ku biçe Moxolistanê (Mongoliya), li balafirxaneya Esenboga ya Enqerê bersiva pirsa rojnamevanan da û di derbarê şandina leşkerên Fransa bo Minbicê de axivî.
Binalî Yildirim di derbarê Minbic Rojavayê Kurdistanê de ragihand, heta ku “gefa terorê” li ser wan hebin, ew qet li navçeyê paşde venagerin.
Yildirim da zanîn, ku “piştî Amerîka niha Fransa jî hatiye Minbicê û dibe ku hin welatên din jî berê xwe bidin wî bajarî” û got, “bajarê Minbicê niha bala gelek welatan kişandiye ser xwe”.
Di beşeke din a axavtina xwe de Serokwezîrê Tirkiyê derbarê hatina welatên din bo herêmê de ragihand “Ew tên, lê ew napirsin ku xwediyê resen û sereke yê vê navçeyê kî ne. Welat bi kêfa xwe li navçeyê bicih dibin, em ji wê yekê dilgiranin ku divê dest ji xelkê navçeyê berdin, û xelk bi xwe biyarê li ser siberoja xwe bidin”.
Herwiha Binalî Yildirim ragihand, ku çi li Minbicê be yan rojhilat û rojavayê Firatê be, heta ku “gefa terorê” li ser Tirkiyê hebe, ew bi ti awayî paşde venagerin û dê li ser rûbirûbûna terorê berdewam bin.
Yildirim wiha got: “Hestiyariya me diyar e, li Minbicê be, yan li rojhilat û rojavayê Firatê be, heta ku gefa terorê hebe, em li navçeyê bi ti awayekî tenazûlê nakin. Dê rûbirûna me berdewam be, ne girîng e ku kê tê wê navçeyê”.
Serokwezîrê Tirkiyê destnîşan kir, %90 ji xelkê navçeya Minbicê Ereb in û îdia kir, ku weke koleyan reftar û serederî li gel erebên Minbicê tê kirin.