YNK daxwaza radestkirina dosya ewlehiya Kerkûkê dike

Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, daxwaza wê yekê kirine ku dosyeya ewlehiyê ya parêzgeha Kerkûkê radestî polîsê navxweyî were kirin.

Endamê Polîtburo û Berpirsê Melbenda YNKê ya li Kerkûkê Aso Mamend ragihand: “Em weke YNK me daxwaza wê yekê kir, ku dosyeya ewlehiya nav bajarê Kerkûkê radestî polîsê navxweyî were kirin. Me vê yekê bi pêkhateyên din re jî axiviye, pêwîst e hêzên ewlehiyê yên cuda cuda yên Iraqê ji nav Kerkûkê vekişin, eger polîsê navxweyî jî ji bo vê peywirê kêm e, dibe hikûmeta Iraqê polîsên din ji hemû pêkhateyan ji bo kar werbigre.”

 

Aso Mamend herwiha eşkere kir, daxwaza wê yekê jî kirine ku "Pêşmerge vegere wan cihên ku di 2014an de lê bûn".

 

Ji 16ê Cotmeha 2017an ve dosyeya ewlehiya Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di bin desthilata hikûmeta Iraqê de ye, ev jî berevajî destûra Iraqê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin