YNK kongreya xwe pêk tîne

Yekîtîya Nîştimanîya Kurdistanê îro li Silêmanîyê 4mîn kongreya xwe saz dike.

Navenda Nûçeyan- Serokê Komîteya Bilinda Hilbijartinên Yekîtîya Nîştimanîya Kurdistanê (YNK), Rizgar Elî ragihand, îro (21.12.2019), demjimêr 11.00, 4mîn Kongireya YNK destpê dike.

Kongreya YNKê bi beşdarî mêvanên bîyanî û navxwe û zêdetirî hezar endaman îro li hola Pêşangehên Silêmanî li Taslûca dest pê dike û hemû amadekarî jî hatine kirin.

Ew kêşeya ku yasaya partîyên Iraqê ji bo kongireya YNKê çêbibû, hatîye çareserkirin.

YNK dîyar dike, ew 100 berpirsên serbazî ku beşdarî Kongireyê dibin, li ser mîlaka Herêma Kurdistanê ne ku Herêma Kurdistanê jî taybetmendîya xwe heye, lewra ew yasaya Iraqê Herêma Kurdistanê li xwe nagire.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e