YNK di çaremîn kongreya xwe de xîyaneta 16 Cotmeha 2017 an neanî rojevê!
Gelo di nav YNKê de siyasetmedarekî Kurd, dilsoz û niştimanî tinebû, ku sînor jibo wan xîyanetkarên nav YNK deyne?
YNK, ne kongre, lê şanoyek lidarxist. Kongreya ku nikari behesab ji Pavel Talabani û Lahor Cengî bipirse, rêya wê xiyanet e!
16 Cotmeha 2017an, xencerek jahrîn bû û bi destê beşek ji YNK, ji paş de li pişta Kurd û Kurdistan ket. Xakên ku bi xwîna xwe bexşên Kurdistan, pêşmergên qahreman ji destê DAÎŞ hat rizgar kirin, bi destê xîyanetek ji nav mala Kurd e radestî dijminan bû. Kesayetîyên vê xîyanetê; hinek ji rêvebirên YNK, ku bi ser malbata Celal Talabanî û Îbrahîm Ehmed ve girêdayî bûn.
Ev kes (Pavel Talabanî û Lahor Cengî) hemwelatîyên Îngîltere ne û têkilîyên wan yên derve bi Îngîltere û Îran re hene. Ne li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistan, li gor berjewendîyên Îngilte û Îran tevdigerin. Divê di kongreya YNK depêşî li van kesan bihata girtin û sîyasetek Kurd û Kurdistanî bi sîyasetek nûjen-kurdewarî, rol bigirta ser xwe. Mixabin ev nebû.
Di nav YNK de çima xetek Kurd û Kurdistanî nekarî rolê xwe bilîze?
Du sal zêdetir di serbûyerên 16ê Cotmeha 2017an re derbas bû. Ji 16 Çotmeha 2017an de Kerkûk, Duzxurmato û deverên din, jiber zilma dagirkeran, digirîn û diqîrin. Îro rewşa ewlehiya Kerkûkê xirabe û teqîn, kuştin, revandin û avêtina sermalên kurdan, bûye bûyerên rojane. Jiyana Kurd û Kurdistanîyan li Kerkûk, Xaneqîn û Dûzxurmato di bin metirsîyek mezin de ye. Beşek ji Kurdên Kerkûk û Duzxurmato, Xaneqîn, di qampên koçberan de derbeder in. Demografîya van herêman têt guhertin û ev rewş jî bandorek neyênî derdixe holê, ku Kurd vê xaka bav û kalan wenda dike.
Berpirsîyarên vê xîyanetê kî bûn, çima derneketin holê û nehatin sezakirin?
Xîyanetkar, di nav hêzên rêveberîya YNK de hatin parastin û bi hêz dewra xwe digerînin. Nefta Kerkûk bi destê dagirker û xîyanetkaran talan dibe!
DAÎŞ, ji valahîya asayîşa van herêman û ji alozîyên nav İraq, hêzê digire û carek din li van herêman xwe dihone û birêkûpêk dike. Yên ku rêdan vê karesata xîyaneta 16 û Cotmeha 2017 an û ji van mercên xerab berpirsîyarin, di kongreya YNK de çima hesab nedan Kurd û Kurdistan?
Di nav YNK de, di kongreya YNK de, rêvebirên wek Mele Bahtîyar, Şêx Cafer û Kosret Resul çima rolê xwe nelîstin?
Endamê polîtburoya YNKê û fermandarê yekîneyên 70 yê Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cehfer di hevpeyvîneke li gel Dengê Amerîkayê ya roja 27.12.2017an de ragehandibû ku;
„Grubek nav YNKê de heye, ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radest kirin. Her wiha dixwestin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî radest bikin.’’
Di germîya bûyera xîyaneta 16.10.2017 an de, ku Kerkûk radestî dijminnan bû de, Kosret Resûl û Mele Bahtîyar jî daxuyanî dabûn. Daxûyanîyên van herdû rêvebirên YNK jî, daxûyanîya Şêx Cafer temam dikir! Dîyar kiribûn ku;
„Grubek nav YNKê de heye, ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radest kirin“(!)
Di wê demê de berpirsîyarî û rewşa xîyanetkaran ewqas zelal û eşkere, ji terefên van hersê giregirên YNK, Kosret Resul, Şêx Cafer û Mele Bahtîyar ve derketibû şîrovê. Xîyanetkar nehatin dadgeh kirin û di navsazîyên YNK de jî di derheqa van xîyanetkarên wek Pavel Talabanî, Lahor Cengî û hevkarên wan de lêpirsîn destpê nekir. Hersê serkirdeyên YNK ku wê demê berpirsîyarên YNK bûn, rolên xwe nelîstin.
Piştî ku du sal di ser xîyaneta Kerkûk re derbas bû, YNK Kongreya xwe a Çaremîn, di 21, 22, û 23.12.2019 an de lidarxist. Kongre li gor du rojan hatibû pîlan kirin. Lê sê rojan dom kir. Çavê her Kurdekî li hêvîyêbû, ku hesabê xîyaneta 16.10.2017 an di Kongreya YNK de were rojevê û endamên kongrê hesap ji wan xîyanetkaran bipirsin. Kosret Resûl, Şêx Cafer û Mele Bahtîyar di kongrê de li piştgotinên xwe rawestin û di derheqa van xîyanetkaran de lêpirsîn encam bide. Mixabin, di Kongreya YNK de ev nebû. Ne tenê ev nebû! Wek ku bûyerek bi navê xîyaneta 16 ê Cotmehê di dîroka YNK de rûnedaye û tineye tevdegerîyan û kongre bidawî anîn.
Li gor hemû agahîyan, derket ber me ku YNK nikare neşterê li pirsgirêkên nav xwe bixe û di nav YNK de nûjenîyekê peyda bike. Hemû birînên nav YNK hatin veşartin, arîyatemarê avêtin ser pirsgirêkan, Xiyaneta 16 ê Cotmeha 2017 an binçav kirin û Kongreya xwe lidarxistin!
Ji bona ku YNK, di sîyaseta xwe de rûpelekî nû û erênî veke, divîyabû YNK, bi hestên Kurdewarî lêpirsîna 16 ê Cotmeha 2017 an bicîh bianîya. Berpirsên vê bûyera ku di dîroka Kurdistan de rûpelek rûreşîyê peyda kir, sezabikirana. YNK nehişt ku ev xîyanetkar bên seza kirin û xîyaneta wan hin di Kurdistan de û hin di nav YNK de meşrû kir. Carek din xîyanet ji xîyanetkaran re ma!
Carek din derket ber me ku berjewendîyên şexsî, hesabên peran-rant û hesabên partîzanî ji berjewendîyên Kurd û kurdistanîyan mezintir e.
23.12.2019