YNK sîstema xwe dike hevserokatî

Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sîstema hevseroktîyê peyrew dike û du yan sê hevserokên wê ‎dê hebin.‎

Navenda Nûçeyan- Serpereştyarê civînên Encûmena Giştî ya Serkirdayetîya YNKê Mistefa Çavreş bo Rûdawê ragihand ku postê Sekreterê Giştî yê YNKê namîne û li şûna wê sîstema hevseroktîyê tê peyrewkirin û got, 2 yan 3 hevserok bo YNKê tên hilbijartin.

Mistefa Çavreş da zanîn ku di civîna roja Yekşemê de Encûmena Giştî ya Serkirdayetîyê derbarê hejmara hevserok û mijarên din ên pêve girêdayî biryara xwe dide. 

Ev biryar jî piştî civîna roja Şemîyê ya Encûmena Giştî ya Serkirdayetîya YNKê hat bo pesendkirina peyrewa navxwe ya wê hizbê ku ji 77 maddeyan heta niha 41 maddeyên peyrewa navxwe hatine pesendkirin.

Hevdem Endamê Encûmena Giştî ya Serkirdayetîya YNKê Ferîd Eseserd jî da zanîn ku di civîna berê ya encûmenê de biryar li ser Serokatîya Encûmena Giştî ya Serkirdayetîyê de jî hatîye dayîn û encûmen bi serok, cîgir û alîkar tê birêvebirin.

Ferîd Eseserd dîyar kir ku civînên encûmenê berdewam dibin heta hemû peyrewa navxwe tê pesendkirin û got, wiha dixuye dawîya vê hefteyê yan destpêka hefteya bê hemû peyrew were pesendkirin û piştre hilbijartina serokê organ û hevserokan destpê dike.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e