YPGê di daxuyaniyekê de ragihandiye, hêzên wan ji roja 11 vê mehê heta 15 vê mehê êrişên tund li dijî hêzên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên li Efrînê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama wan êrişan de herî kêm 12 serbaz û çekdar hatine kuştin, di nav kuştiyên Tirkiyê de jî efserên pilebilind jî hene.