Hat diyarkirin li ser îtiraza ku bo YSKê hatiye kirin encama ku HUDA-PAR jî dikarî beşdarî hilbijartinan bibe, derketiye. Bi vê biryarê hejmara partiyên siyasî yên ku dikarin beşdarî hilbijatinên 24ê Hezîranê bibin derkete 11an.
Li gorî nûçeya Asuman Arancaya Ji rojnameya Sozcuyê YSKê îtiraza HUDA-PARê nirxandiye û ji ber ku mercên beşdarîkirina hilbijartinan anîne cih biryar hat dayîn ku ew partî jî beşdarî hilbijartinan bibe.