Nûnerê AK Partîyê yê di YSKyê de Recep Ozel derbarê îtîrazên AKPê de, li pêş avahiya YSKê daxuyaniyek da û diyar kir ku îtîraza wan a li Stenbolê hatiye redkirin. Ozel got, bi tenê dê li 51 navçeyan deng ji nû ve bên jimartin.
Ozel da zanîn ku li Stenbolê 10 milyon û 560 hezar û 963 dengdêr hene û di navbera namzedê şaredariya mezin a CHPê Ekrem Îmamoglu û namzedê AKPyê Bînalî Yildirimî da, li dora 15 hezaran dengan e. Herwiha Ozel da xuyakirin ku ew dê îtîrazên xwe berdewam bikin.
Namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu jî diyar kir ku bi tenê ew baş organîze bûne û xwedî li dengan derketine û got,“tekane tiştê ku me kir, me xwedî li dengên xwe derket.”