Sadi Guven îro hejmara dengdêrên li Tirkiyê ragihand.
Li gor daxuyaniya Sadî Guvenî li Tirkiyê bi tevahî 53 mîlyon 93 hezar û 985 dengdêr hene û ne pêkan e di sîstema YSKyê de dengdêrek 2 caran tomarkirî be.
Guvenî herwiha li ser nîqaşên 'dengdêrên sexte û xeyalî' jî got: "Weke dengdêrên mukerrer, çi dengdêrên sexte hene çi jî dengdêrên xeyalî."
Guvenî li ser dengdêrên mirî bersiv da gilî û gazinan û got dengdêrên mirî piştî 1ê Çileyê jî hatine kontrolkirin û ên mirî bin ji dengdêriyê hatiye derxistin.
Li ser dengdêrên welatiyê Sûriyê jî Guvenî got 'mirovên ku welatiyên Tirkiyê bin dikarin dengên xwe bi kar bînin."