Yunanistan: Divê YEyê Tirkîyê ceza bike

Yunanistan roja sêşemê 21.07.2020an dîyarkir ku heger Ankara hewldanên xwe yên legerîna çavkanîyên xwezayî li Derya Sipî ne rawestîne, divê ji bilî ragihandina cezayên li ser Tirkîyê ji hêla Yekîtîya Ewrupî (YE) ve, ti alternatîf tunebe.

Navbera Tirkîyê û Yunanistanê de li ser îdîayên mafdarîya çavkanîyên hîdrokarbonê nakokîyên girîng hene.

Lêbelê, tevî dijberîyên xurt yên Tirkîyê, piştî endamê YE Qibris jî dest bi hewldanên lêgerîna gaza xwezayî ya li heremên rojhilata Derya Sipî kir û ev nakokî giheştin asteke aloztir.

Hezên Deryayî yên Tirkîyê îro sêşemê jibo xebata lêkolînê ya sîsmîkî ya li herema navbera başûrê Antalya ya Tirkîyê ye û di navbera Qibris û Gîrîtê de rewşa şêwirmendîyek lêgerê ya ku wekî Navtex tê zanîn dîyar kir. Ev rewş dê heya 20'ê Tebaxê bi bandor be.

Serokwezîrê Yunanî Kyriakos Mitsotakis ji Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas ku serdana Atîna dikir re got ku Tirkîyê mixabin kiryarên xwe dijminane yên dijî Yunanistanê, dijî Qibris û dijî tevahîya Yekîtîya Ewropî, zêde dike.

"Neqaşkirina mafên serwerî yên Yunanistan û Qibrisê, neqaşkirina mafên Ewrupayê ye. Em pêşbînîya piştgirîya hevalbendên xwe dikin (ji bo cezayên li dijî Tirkîyeyê). Heya ku Tirkîyê pêkanîna vê rêyê bidomîne, cezayên li ser Tirkîyê dê bibe çareserîya tenê "

Tirkîyê dibêje ku ev di çerçova mafên wê yên serwerîyê de ye û idda dike ew li heremên ku Tirkîyê wekî nava sînorên xwe yên deryayî dihesibîne de, xebatên lêgerîna çavkanîyên xwezayî dike.

Pêywendîyên di navbera Yunanistan û Tirkîyê bi dehsalan e aloz in. Di destpêka vê salê de, dema bi hezaran penaber û koçber ku Tirkîyê maldarî dikir, hewl dan ku bi zorê sînorê Yunanistan derbaz bikin, nava her du welatan de neqaşekê tund ya devkî pêk hat.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!