Zanîngeha Azad a Helebê yekemîn kursa zimanê Kurdî vekir

.

Zanîngeha Azad a Helebê ya girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ser bi Îtilafa Opozîsyona Sûriyê ye yekemîn kursa fêrbûna zimanê Kurdî vekir û dê kurs du meh berdewam bike.

Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya Sûriyê ragihand ku Zanîngeha Azad a Helebê ji 14ê Tebaxê ve, yekem kursa fêrbûna zimanê Kurdî daye destpêkirin û dê heta du mehan berdewam bike.

Heman çavkaniyê da zanîn ku hemû alîkarî hatine pêşkêşkirin bo berdewamî û serkeftine vê pêngavê da ku bibe pêngavek bo vekirina peymangeheke taybet bi zimanê Kurdî.

Zanîngeha Azad a Helebê di sala 2015an de hatiye damezrandin û girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ye. Zanîngeha Azad a Helebê ji 16 kolej û 7 peymangehan pêk tê.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) endama Îtilafa opozîsyona Sûriyê ye û di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de cih digre.

Kurdistan Haberleri

Pisporekî yasayî û destûrî: Hikûmeta federal 33 madeyên destûrê li hember Kurdistanê binpê kiriye
Partiyên Herêma Kurdistanê: Biryara Wezareta Darayî li dijî gelê Kurd e
Ozel li ser bipêşxistina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Rojavayê re çi got?
Partiyên siyasî bi banga PDKyê civiyan: Krîza Bexda-Hewlêrê dinirxînin
Heyeta Rêveberiya Xweser çû Şamê