Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê pêşbirka Xelata Qelama Hejar li dar dixe

.

Lêkolîngeha Kurdistannasiyê ya Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê ya li Rojhilatê Kurdistanê pêşbirka “Xelata Qelama Hejar” li dar dixe.

Lêkolîngeha Kurdistannasiyê ya Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê bi armanca balê bikişînin ser berhemên akademîk û edebiyata Kurdî pêşbirka “Xelata Qelama Hejar” li dar dixe.

Komîteya pêşbirka Xelata Qelama Hejar banga tevlîbûnê li nivîskar, wergêr û lêkolîneran dike.

Kesên ku dixwazin tevlî pêşbirkê bibin dikarin heta 8ê Sibata 2025an  berhemên xwe ji komîteya birêvebir re bişînin.

Komîteya birêvebir bi taybetî hêvî dike ku nivîskar, wergêr û lêkolînerên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî pêşbirkê bibin.

Komîteya birêvebir da zanîn ku ev xelat ji bo bîranîna helbestvan û rewşenbîrê navdar ê Kurd Hejar Mukriyanî tê dayîn.

Bangewaziya şandina berheman

Nivîskar, wergêr û lêkolîner, dikarin bi berhemên xwe yên ku aîdên beş û cureyên li jêr hatine diyarkirin, serî li vê xelatê bixin:

Wêjeya Kurdî

  • Roman
  • Komele çîrok
  • Wêjeya zarok û nûciwanan
  • Şanoname
  • Helbest

Lêkolînên zimannasî û edebî

  • Folklore
  • Ferhengnivîsî
  • Lêkolînên zimannasî (teorî, pratîk, zaravenasî û pirzimanî)

Lêkolînên berawirdkarane yên edebî/zimannasî bi rawestan li ser hevpeywendiya zimanê Kurdî bi zimanê Farisî, zimanên Îranî û yên ne Îranî.

Beşên hevpar:

  • Ayînî û îrfanî
  • Dîrokî, çandî û civakî
  • Hunerî
  • Yasayî, siyasî û aborî
  • Perwerde, zayend û media

Nivîskar û lêkolîner divê xalên li jêr li ber çav bigirin:

Ji bo dewra yekem a xelata Qelema Hejar, merca dema çapbûnê ji bo berheman nehatiye diyarkirin.

Zimanê nivîsîna ew berhemên ku ji bo beşa yekem a bangewazîyê (wêjeya Kurdî: roman, helbest, şanoname, wêjeya zarok û nûciwanan û komele çîrok) tên şandin, divê Kurdî be.

Zimanê ew berhemên ku ji bo beşa duyem (lêkolînên zimannasî û wêjeyê) û sêyem (qadên hevpar) re tên şandin, merc nîne ku Kurdî be.

Lewra ew berhemên ku bi zimanê Farisî yan zimanên din di wan qadan de werin nivîsîn, dikarin di Xelata Qelema Hejar de beşdar bibin.

Wekî bi bîr xistinê li gel wergirtina berhemên bi zimanên cuda, divê naveroka berhema pêşkeşkirî girêdayî qadên beşa duyem û sêyem ên bangewazîyê be û li gel lêkolînên Kurdî hevseng be.

Ew berhemên ku di qada wergera edebî de beşdarê pêşirkê dibin (beşa yekem a bangewazîyê), divê yek ji zimanên jêder an mebest Kurdî be.

Lewra wergera her zimanekî li ser zimanê Kurdî û yan wergera ji zimanê Kurdî jo bo zimanekî din tê qebûlkirin.

Beşdarên qada wergerê, pêwîst e, kopiyek ji berhema jêder li gel berhema wergerandî bişînin.

Di qada ferhengnivîsiyê de, ferhengên yekzimanî, duzimanî yan çendzimanî têne qebûlkirin.

Di ferhengên duzimanî yan çend zimanî de divê yek ji zimanên çavkanî yan mebest Kurdî be ( wekî mînak Kurdî-Farisî yan Farisî-Kurdî).

Ew daxwazkerên ku di nav Îranê de dijîn, pêwîst e berhemên xwe bi şêweya çapkirî û bi rêya postê ji nivîsgeha xelatê re bişînin.

Pêwîst e ji berhemên çapkirî yên yek bergî sê nisxe, yên du bergî du nisxe û yên çend bergî yek nisxe ji nivîsgehê re were şandin.

Pêwîst e berhem heya 8ê Sibata 2025an ji nivîsgeha Xelata Qelema Hejar re bi rê ya postê were şandin.

Nîşanî: Parêzgeha Kurdistanê, Sine, zanîngeha Kurdistanê, lêkolîngeha Kurdistannasîyê, sekreteriya xelata Qelema Hejarî, koda postê: 66177-15175

Ew daxwazkerên ku li derveyî Îranê dijîn dikarin berhemên xwe wekî PDF li gel destûrnameya weşanxane ya berhemê bi rêya maîla info.ksi@uok.ac.ir re ji nivîsgeha xelatê re bişînin.

Beşdar dikarin bi rêya malpera www.hajar.uok.ac.ir nûçe û zanyariyên dawî li ser Xelata Qelema Hejar û qonaxên xelatê bişopînin.

Kurdistan Haberleri

Êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin
Mesrûr Barzanî li ser biryara Parlamentoya Îraqê peyamek belav kir
SÛRIYE - 3 Ciwanên Kurd bi hinceta ‘wêneyê Bavê Teyar’ hatin revandin
PDK piştî 8 salan bi Ala Kurdistanê vegeriya Xurmatûyê
Li Qamişlo Konferansa Çarenivîsa Kurdan: Divê Belgenameya 1932yan bê qebûlkirin