Zanyar û kêşeya azadiyê

Rêber Hebûn

Can Cak Rûso di pêşgotina pirtûka xwe de (Hevpeymana civakî) dibêje :

( Mirov azad za lê tevî vê yekê ew di bask û bendan de ye li her cihî.)

 

Naxwe em Hinekî bipirsin, azadî çi ye?!

Lihevpirsîneke kevin e, kevinê diravbûn û desthilatê , destpêkirina zorengên xwînî li gel wê daçikî ta bibû kêşeya azadiyê, û li cîhana siyasetê hatibû ajotin mîna rageheke siyasî û aborî (Lîbralîzim).

 

Xortên derketî bi navê wê ve serxweş bûn, bi rêya bangeşiya partiyên şoreşgerî re (Çepgir) û geh jî bi rêya vexwendinê ji bo sînordarkirina koletiya sermedarî ve.

 

 Ev bangeşî milyonên xelkê kuştibû, bi rêya cengên yên ala azadiyê hildabûn, lê azadî dîtina rêyên xweşiya hevbeş e bi rêya wê ve hişê zanyarî dikare rabûnên şadiyê biafirîne, û ji kevin ve ceng bihaneyên gelek standin ji bo parastina desthilatê an erdê, azadiya a bibû sihekê bin wê  bijardeyên serkotbûyî radiwestiyan ji bo bergiriyê, li rex desthilata  ya alîgirên wê bin siha wê de sekinîn ji bo destên xwe deynin li ser erdan û şahînşahiyan berfereh bikin, û ev yeka pêş ket ta bibe dema niha avakirina şahînşahiyên teknûlojî û medyeyî û artêşkirina xortan di rêxistinên terorî bi rêya berferhkirina çata aloziyên aborî yên pencikên xwe di ewlehiyên dewletan û aboriyên wê de xistibûn.

 

Di navbera cenga ji bo azadiyê û cenga ji bo desthilatiyê kêşeyeke rastîn e li ser rêza xwestinên netewan berve xweşiyî û pêkanîna hêzên jiyanperestî  û giyanî disekine, herdû riwên pêrgîbûyî  encamên ciyawaz pêktînin ,di navbera qayimkirina erêniyan û neyîniyan de di eynî demekê de xwe dixingilînin.

 

Cengên nûjen yên bi rengê azadiyê û rizgarkirina netewî ve hatibûn e bergekirin û zirneyên netewî û ragehî berhemdabûn, bi navekî din ve hatibûn e veguhêztin armanca wê rizgarkirina ji wan zirneyan e, bi rêya qonaxa buhara Erebî  ve ya şîn û işk hilkişand û van gelan ji sengera bergiriyê ji desthilatê ve li hember mêtinger ta sengera hilkişandina desthilatê ji ber ku ew  mêtinger û berekar e ji her mafî re.

 

Li gel wê desthilatên milhûr berhem in ji temareke ramanî re û koçberiyeke giştî ne ji çi tiştê ku diqewime, hebûna wê  berdewamkirin e ji cîgirbûna bêkariya ramandinê re û hestbûna bi pêdiviya rûbirûbûna kêmaniyên yên ji jêvebûna naverokên civakî û windabûna nîşanên wê ve encamdan, bi rêya pejirandina tewriya pîlanê an batîkirina wê bi rêya bawerbûna bi rageha azadiyê ve.

 

Berhinde tevgerên şoreşgerî, olî, netewî û şoreşgerî hişê zanyarî ji ser alîgirên xwe rakiribûn û wana li meydanên girtinheviyê mîna koleyan rêvebiribûn, wana hîştibûn li sawêran bigerin, giyanê pîrozkirin û limêjkariya kesan derxistibûn li gel şîrovekirineke bêber ji sermedariyê re ta sehewdanekî bimîne , têgihiştina wê bi babetîbûn û zelelî bête qedexekirin tenê li gorî hişmendiya tewrîvanên wê, , û bi vaceke bergekirî bi nemûneyekî  boş ve, her hişekî an ramaneke azad  dibêje na tê gunokirin.

 

Ew pîlexwariya sosiyalîst e  yê civakan di şikeftên gêjbûn û tenahiya ramanî de hîştibû, taku ji cîhanê û destkeftiyên zanyaran dûrbikevin.

 

Zanyar ji taybetiya zanînê mîna destikekê dibînin ku dikare badanka sawêrên bîrdozî ya req jêbike û vexwendina ji cîhangeriya afirandin û rabûnê re, dewsa pepûkiya sloganan û baweriya bi ramanên  bi metirsiyên xwe  ve ne kêmî biveya derdestkirina olî ne bi komek durişm û reweşt ve , ji ber vê azadî bi rengê xwe ya rastîn ve xwestekeke civakî ramanî ye bi rêya vekirina rê ji ekranên peywendiyê di navbera hemî bijardeyên civakan de, ne tenê sloganeke behrîneye fereh e armanc jê artêşkirin,pertalkirin, kedxwarî û cemkirin e li ser xwestekên rewa, û duristkirina dûrxistinê bi rêya şêwazên çendane mîna lîstina bi zagonê ve , li gel wê azadî li Rojhilata navîn bûye girawa xefkê ricîmên totelîter e ,yên tenê rewrewkan pêşkêşî gelan kirin, bi rêya strandina xwe ji durişman re yên ramandina rexnî li cem bijardeyên ciwan betal kiribûn, bi rêya danîna rêbazên nezanîkirinê û westandina xortan bi bêkariyê ve, taku kedekî afrênerî asta jiyanê pêşde bibe nekin.

 

Û zanyarên ne liyangirtî ji tewşiyên desthilata nezanîker ve azadiyê naskirin bi rêya kanînbûna wan ku tiştan ji hevdû ve cuda bikin û biafirînin û dîtina berdêlan û çareserkirina diryarde û kêmasiyên cuda hundirê bijardeyên civakê bi sedema fişara milgirtinê ve.

 

Bi rêya diyarkirina tegeha azadiyê û rakirina bask ji ser mêjiyê herwiha piştrastkirina azadiya mêr û jinê, hew pertalkirina jinê û kedxwarîkirina wê bin bangeşpêça rizgarkirina wê.

 

Û qey aloziyên Rojhilata navîn û cîhana Erebî û hinek têgehên wê yên bi reweşt û reftarên olî ve girêdayî ,şêweya xwe yê siyasî ji ji girêdana xwe bi fermandariya xwe yê milhûr ve  distîne û derxistina aloziyên hundirîn ji derve re ( bazirganî bi pirsgirêka Felestîn û bikaranîna wê mîna destikekê ji bo hebûna li desthilatiyê û derketina bi dîmenê parizvanê paşmêr ve) an (Êrîşbirina li ser kêlek wekî dema Seddam Hissên di cenga xwe de bi Îranê re û talankirina Kiwêtê) an ( destwerdana Îranê û piştgiriya wê ji komên ragehî re li Îraq,Yemen û Libnanê û piştgiriya wê ji tevgera Hemas re li hember Israîlê) an ( berferhbûna Tirkî û ricîma Erdoxan li Sûrî,Îraq û Lîbiya yê û destwerdana Wê ji girtinheviya Ermenî û Ezrebîcanî re.)

 

li gel wê nezanîkirin rê vedike ji berdewamkirina milhûrî û kedxwariyê re, bikurtiya aloziyan  bi destêkelkirina mêrên siyasetê ligel mêrên ol û aboriyê ve ye ji bo parvekirina hatinên giştî yên ew komên pêdiviyên gelan in û pariyên wê ne, berhinde serdestkirina mêrên qezencê ji ewlehiya civakê re ji bo parastina desthilatê û pêkanîna qezencên diravî li ser hijmara pêdiviyên piraniyan.

 

Ji ber ku pêwîstiya sazîkirina desteyên zanyarî sazmanî ji bo rûbirûbûna nexweşiyên desthilatî dibû pêdiviyeke tam ji bo rawestandina cengan û girtinheviyên navxweyî û bihevketinên ragehî û partîtî û rawestandina gendeliya kargerandî.

 

Despakiya ya ku li ser milê jina zanyar hatibû danîn ku nebe çêker û alavê mêrê desthilatdar  û nebe hevparê çewtiyên wî di pîrozkirina gemarbûnê de.

 

Têkbirina girêdana mêyatî ji mêr re ew rêya jinavbirina giyanê desthilatî ye li cem û berdana binema beşdarbûyînê di jiyanê de ew vegereke xuristî ye ji nirxên şaristaniyê re û çêkirina biryara hevbeş di nav herdû zayendan de ew mîna vegerandina çalakirinê ji nirxên jiyanê re ji malbatê pêşî ve  derbasî navendên jiyana siyasî, aborî, rewşenbîrî û leşgerî, û ew nîşaneke ji raperînê re ye li hember bermayên malgirtin, dûrxistin û duriwtiyê , ji ber ku parastina nirxên sirûştî erka mêr û jinê ye ji damezrandina civaka xuristî re yê li ser serweriya zagona sivîlî hatibû ye avakirin.

 

Serkeftina jina zanyar diyar dibe bi rêya bikaranîna wê ji çeka bedewbûna xuristî re yê ji kanebûnên wê  ve dertê û sirûşt ev yeka dabûyêkî û çeka ramana ronakbîr bi bergiriyê li ser xwe ,mêr û zarokan ve, ji bo nebin qurbana paşguhkirin, meznayî û koçberiyê.

 

Û avakirina civaka zanyar ew bişanhildaneke ji azadiyê re mîna nirxeke sirûştî  ne ji bo çêkirina ricîma mafiyayî û razandina gelan û sawkirina wan û zêdekirina zordarî û nezanîkirinê.

 

Evîn hebûn e û hebûn zanîn e felsefeyeke rêça civaka dayikî berdewam dike di taybetmendî û navdariyên xwe de û dirêjiyeke ji serdemên şaristaniyê re, dema jina zanyar li pêş komeke girs ji şagirtan ve radiwestiya ji bo tewriyên gerûdnî wan fêr bike yê ku behsa Betlîmus û zanistên wî di gerdûnê de  û zivîrandina erdê dike, ew jina zanyar  bi ser navê  Hîpatiya 1, ya bibû yek ji  qurbaniya işkbûna dêrî ve di wê demê de, û di serdema wê pirtûkxaneya Iskenderiya hatibû şewitandin, a di wî çaxî de hezarên pirtûkên ronakbîrî hembêz kiribû.

 

Û zanyar îro di serdemeke mîna reşiya berê disekinin, li gel wê civakên rojhilatnavînî ketibûn e di nav sindana serkotkirina ricîmên milhûr û çakûça tundrewiya Islamî û nezanîkirina ragehî de û em nîşanên geşepêdana zanyarî dibînin di hebûna jin û mêr de bi hevdû re li Rojava û başûrê Kurdistanê, ji ber karîbûn hinek ji nîşanên rabûna zanyarî bidin xuyanîkirin bi avakrina raperîna hizrî, berhinde zanyar bawer dibin ku pêşesazîkirina çarenivîsê ew ji pêşesazîkirina azadiyê  ve ye bi rengê wê ya giştî ve û ew kilîta hevgihîştina gelan e li ser bîngeheke zanyarî hebûnê diparêze.

----------------- 

 

1-  Hîpatiya ya Skenderî 350-370 berî zayînê ew feylesofeke bi felsefeya Efletonî ya nûjenbûyî ve taybetmend bû, ew yekemîn jin e di dîrokê de navê wê wek zanistdareke bîrkariyê hatibû naskirin wekû ku di fêrkariya felsefe û feleknasînê de çeys bû.