Zargotina ku birêz Şêx Sebrî Qatanî li ser wextê hinga bi karê xêrê Şêx Adî hatiye nav Xaltaniyê dibêje

Kemal Tolan

 

 

“ Wextê ku bi karê xêrê Şêx Adî hatiye nav Xaltaniyê, hingê dora 366 gundên Ezdiyan di herema Girê Şêşamê* de hebûne.

 

Dema bi karê xêrê Şêx Adî hatiye, hingê li serê girê Sêşamê sifra xwe datîne. Wî wextî gundê Xûşavê jî di navbêna gundê Kelhokê û Hecrê de bû û ew î ava bûye. Ava ji gundê Texeriyê jî tê di ber wî gundî diçe.


Hingê kerem karê Şêx Adî dibêje Êzdiyan, kî ji we, çi ji hat, ê nan, savar, birinc jê , ê goşt çêkir û her kesek li gorî quweta xwe çi jê hat, bila bînene ser vê sifrê ku em li serê vî girî datînin. Emê tev bi hevûdinê ra li virê nan bixwin û sohbet bikin.

 

Dûre her kesek li gorî çi jê tê, yê berxê, karê, nanê genim, savar, birinc, dan û werhasil her yekê tiştekî tîne.


Hingê li gundê Xûşava yê de zilamekî Êzdî bi navê Xwişik hebûye. Xwişik jî gelekî feqîr û belengaz bûye. Di nav mala wî de tenê nanê ceh hebû. Xwişik jî dibê, tenê ev ji min tê û ezê vî bibim. Ew radibe nanekî ceh dixw bin eba xwe û têye ser sifrê. Gava tê ser sifrê, şermdike wî nanê xwe yê ceh ji bin ebaka xwe deyne ser sifrê.

 

Ev rewşa Xwişik ji Şêx Adî ve eyane û dibêje:

 

Xwişikê Xwûşavayî,

deyne wî nanê cehî

ji bin eba yî.

Min bi qebûle, bi gayî.“

 

 

Têbinî:

*Girê Şêşamê, girekî bilinde û digihîje ber mezelê gundê Hecrê .

 

Kemal Tolan, min ev zargotina ji ber axaftina ku birêz Şêx Sebrî Qatanî di 19.03.22 de bi min ra kiriye nivîsandiye.