Zarok TV bi frekansa nû dest bi weşana nû dike

.

Zarok TV ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tekane kanala bi Kurdî ya zarokan e, frekansa xwe diguhere û bi frekanseke nû derbasî sala nû dibe. Rêveberê kanalê tekez dike, ew dê teknîkeke baştir weşana xwe berdewam bikin.

Rêveberê Giştî yê Zarok TVyê Faruk Korkmaz daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê sala 2022 bi frekansa nû weşana xwe berdewam bikin.

Li gor daxuyaniyê Zarok TV dê ji 1ê Çileya 2022an ve bi frekansa xwe ya nû li ser sataleyta `TÜRKSAT 3A/4A` weşana xwe berdewam bike.

Li gor daxuyaniya Korkmaz, Zarok TV dê bi teknîkeke baştir weşana xwe di 2022an de berdewam bikin û kesên dixwazin wan bişopînin divê frekansa kanalê ya nû saz bikin.

Temaşevan dikaribin bi awayekî manuel an jî otomatîk Zarok TVyê li ser frekansên nû bişopînin:

Frekans: 12685 MHZ

Sembol: 30000

Polarizasyon: Dikey

Vertical: (V)

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku bi milyonan zarokên Kurd ji xwendina perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in, Zarok TV tekane kanala bi Kurdî ye ku taybet ji bo zarok weşanê dike.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!