Zarokeke 14 salî 2 meh in ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve hatiye revandin

.

 Zarokeke Kurd ku nêzîkî du mehan e li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya ser bi Rêveberiya Xweser ve hatiye revandin, heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Malbateke Kurd a Helebê ji K24ê re ragihand, keça wan Stêr Ehmed ya 14 salî ji 16 Mijdara 2023an ve li taxa Şêx Meqsûd ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û heta niha .

Diyar kir jî, keça wan Stêr jidayikbûya sala 2009an e û ji pêş deriyê dibistana xwe “Selahedîn Eyûbî” hatiye revandin.

Malbata Stêrê bi rêya K24 bang li hemû rêxistinên mafên zarokan, rêxistinên yasayî û navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin ta ku çarenivîsa keça wan diyar bikin.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn û di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hejmarek mezin ji Kurdên Efrînê lê bi cih bûne.

Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistinek ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û berê gelek zarok û ciwanên Kurd li herêmên cuda yên Kurdî revandine û biçek kirine.

Stêr Ehmed

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'